Şandeya TAJÊ çû Bexdayê

Şandeya TAJÊ çû serdana Bexdayê û bi Wezîra Wezareta Koç û Koçberiyê Îvan Faîk Cabiro re hevdîtin pêk anî.

Şengal – Şandeyek ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya xebatên kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ de çû serdana Bexdayê û bi Wezîra Wezareta Koç û Koçberiyê Îvan Faîk cabiro re hevdîtin pêk anî.  

Di hevdîtinê de mijarên wekî girtina kampên Êzidiyan ku hikûmeta Iraqê biryar dabû dê heta meha tîrmehê hemû kampên Êzidî lê ne bêne girtin, vegera Êzidiyan a Şengalê û alîkarî dayîna malbatan, êrîşên dewlet a tirk a li ser Şengalê û bandora wê ya li ser Iraqê hatin niqaşkirin.

Şandeya TAJÊ ji wezaretê xwest ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe û tişta ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Wezaretê jî soza ku dê li ser mijarên ku niqaş kirine raweste, da.

Piştî hevdîtinê şandeya TAJÊ vegeriya Şengalê.