Ofîsa Jin a şaredariya bajarê Dêrikê ji bo jinan derfetê kar ava dike

Berdevka Ofîsa Jin a şaredariya bajarê Dêrikê ya Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hesna Hacî derbarê projeyên Ofîsa Jin de axivî û destnîşan kir ku bi xebatên xwe hewl didin ji bo jinan derfetên kar ava bikin.

ZEYNEB ÎSA

Dêrik – Di şoreşa Rojava de jin bûne pêşeng û di hemû warên jiyanê de kar û xebatê didin meşandin û dibin xwedî destkeftiyên bi nirx. Rêveber a Ofîsa Jin a şaredariya bajarê Dêrikê derbarê projeyên Ofîsa Jin ya şaredariya bajarê Dêrikê kir, destnîşan kir ku ew bi xebatên xwe hewl didin ji jinan re derfetên kar ava bikin.

‘Bi Şoreşa Rojava re jin bûn xwedî destkeftiyên mezin’

Hesna Hacî behsa rola jinan a piştî şoreşa Rojava de kir û çawa şoreşê hişt bibin xwedî destkeftiyên mezin û got: “Şoreşa Rojava guhertineke pir mezin ji aliyê jinan ve çêkir. Gelek derfet dan jinan ku xwe di nava civakê de îsbat bikin û zihniyeta koletî ji nav civakê rakin. Em dibînin ku îro jin di her saziyê de cihê xwe digrin, kar û xebatên bi nirx dikin. Em jî weke şaredariya bajarê Dêrikê, di Ofîsa Jin de kar didin meşandin di her ofîsê de projeyên giştî hene û projeyên girêdayî jinan bi taybetî hene. Ofîsa Jin bi projeyan derfetên kar ji jinan re diafirîne.”

Him derfetên kar ava dikin him dibin piştevanî

Hesna Hacî bal kişand ser projeyên Ofîsa Jin a şaredariya bajarê Dêrikê û heta niha çend proje ava kirine  û armanca wan jê çi ye, wiha berdewam kir: “Gelek projeyên me di şaredariya bajarê Dêrikê de hene weke navenda Ada ya fêrkirina teknîk û zimanan, xwaringeha Çarçêla bi taybetî ya jinan e, baxçeyên zarokan ji 4 mehî heta 3 salî di baxçe de sîstemên taybet bi zarokan wan fêr dikin. Armancên me ji van projeyan ew e ku em alîkar bin bi jinan re derfetên kar ji wan re biafirînin ne tenê ji jinên Kurd re ji bo jinên hemû pêkhateyan. Em hewl didin di pêşerojê de bêhtir projeyên cur bi cur amade bikin.”

‘Di pêşerojê de em ê bi ruhê alîkariyê projeyan ava bikin’

Hesna Hacî girîngiya baxçeyên zarokan diyar kir û da zanîn ku di pêşerojê de dê bêhtir projeyan ava bikin û wiha bi dawî kir: “Dema ku em dest bi çi projeyî dikin zehmetî hene lê di baxçeyên zarokan de gelek zehmetî hatin kişandin, zarokên xwe nedişandin baxçe tirseke wan hebû ku mamoste guhên xwe nedin zarokan lê hin bi hin baweriya wan bi me hat, her dayikeke karmend an jî mamoste zarokên xwe anîn baxçe hejmara zarokan roj bi roj zêdetir dibe. Ez dibînim ku ev baxçeyên zarokan tên vekirin gelekî baş in ji bo dayikan alîkariyeke pir girîng bi dayikan re dikin û bi taybetî dayikên karmend û mamoste. Hêviya min ew e ku em di pêşerojê de, bi vî ruhê alîkar kar bikin û projeyan ava bikin da ku her jin kar bike li mal nemîne sûdê ji van pirojeyan bike û aboriya xwe ew bi xwe bi dest bixin. Her wiha sûdê li civaka xwe bikin û roleke pir girîng di civakê de bilîzin.”