Parwa Elî: Gelê Kurd ne hewceyê alîkariya dewletên dagirker e
Endama Hikumeta Herêma Kurdistanê (RHK) û Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Parwa Elî, der barê erdheja ku li Mereşê pêk hat de, bal kişand ku divê gelê Kurd bêyî li benda piştgiriya hêzên dagirker bimînin, di nava hevgirtînê de bin.
ŞÎNYAR BAYAZ
Silêmanî- Erdhejên di 6’ê Şibatê de bi pileya 7,7 û 7,6 li Mereşê pêkhatin, li bajarên Amed, Dîlok, Meletî, Riha, Semsûr, Hatay, Kilîs, Edene, Osmaniye û Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedema hilweşandinên mezin û windakirina jiyana mirovan. Endama Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Parwa Elî, diyar kir ku divê gelê Kurd bêyî li benda alîkariya dewletên dagirker bimînin, di nava hevgirtinê de alîkariya herêmên erdhejê bikin.
'Divê gelê Kurd bibe yek û birînên xwe bikewîne’
Parwa Elî diyar kir ku karesata li Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat jiyîn, bandor li hemû gelê Kurdistanê kir û wiha got: “Divê li çar parçeyên Kurdistanê hemû gelê Kurd bibin yek û birînên xwe bikewînin, ji ber ku neteweya Kurd yek e. Em wek şanda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê me serdana qadên kampanyayê yên ji bo Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkari kom dikin, kir. Destpêkirina kampanyan girîng e em bang li hemû gelê Herêma Kurdistanê dikin ku di vê rewşa awarte de piştgirî bidin hev.”
'Yekitiya hemû partiyên Kurd girîng e'
Parwa Elî diyar kir ku netewa Kurd her tim di bin zexta dijmin û dagirkeriyê de ye û wiha axivî: “Ev karesata xwezayî bû sedema mirina bi hezaran Kurdan. Divê mirov bibin yek û piştgiriyê bidin hev. Rast e neteweya Kurd hatiye parçe kirin, lewma partiyên cuda, raman û zimanên cuda wê ya cuda heye, lê ya ku Kurdan bi hev ve girêdide mijareke netewê ye, lewma yekbûna hemû partiyên Kurd girîng e.”
‘Pirsgirêka herî girîng a gelê Kurd serxwebûn e’
Parwa Elî da zanîn ku ger hemû gelê Kurd bibin yek tu hêz û dagirkerî nikare wê têk bibe û wiha got: “Divê planên gelê Kurd ya li hemberê karesatên xwezayî û pirsgirêkên siyasî hebe. Ji ber dereng hatina alîkariyê bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Serweran girîngî didin gelê xwe. Serweran bi qasî dikevin xema gelê xwe, nakevin xema gelê Kurd. Ji ber vê ger netewa Kurd ji bo bidestxistina serxwebûna xwe û avakirina welatekî serbixwe bi hevra tevbigerin, dikarin bigihin armancên xwe.”