Jinên Tûnisî ji bo piştgiriya mexdûrên erdhejê stand vekirin

Jinên Tûnisî yên têkildarî erdheja ku li Bakurê Kurdistanê, Rojava, Tirkiye û Sûriyeyê pêk hat û bû sedema bi hezaran mirin û birîndaran de axivîn, diyar kirin ku bi mexdûrên erdhejê re di nava hevgirtinê de ne.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Erdhejên ku bi pileya 7,7 û 7,6 li Mereşê pêkhatin, li bajarên Amed, Dîlok, Meletî, Riha, Semsûr, Hatay, Kilîs, Edene, Osmaniye û Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedema hilweşandinên mezin û windakirina jiyana mirovan, kampanyayên piştgirî û alîkariyê her ku diçe mezin dibin. Aktîvîstên jin ên Tûnisî diyar kirin ku divê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê hemû welat bibin yek û bi hev re tevbigerin.

Standa piştgiriyê hat vekirin

Eniya Bijarte ya Niştimanî, Yekîtiya Niştimanî ya Xwendekarên Sûriyê, Koordînasyona Niştimanî ya Şikandina Dorpêça Sûriyê û Tora Tûnisê ya Rûbirûbûna Pergala Asayîkirinê, duh bi beşdariya hejmareke mezin ji xwendekarên Tûnisî standeke piştgiriyê vekir. Ji stanta piştgiriyê ya li ber şanoya şaredariyê ya li paytexta Tûnisê hat vekirin re gelek aktîvîstên jin û mêr beşdarî bûn. Çalakvan Radîa Bedjaouî Kahlawî, di navbera rûniştiyê ya stanta piştgiriyê de, ji ajansa me re axivî.

Banga piştgiriyê hat kirin

Radiya Bedjaoui Kahlawî wiha got: “Ji bo piştgirî dayîna gelê Sûriyeyê me vê standê vekir. Em bang li hemû Tûnisî û hikûmetê dikin ku bi hev re rabin ser piyan û piştgiriyê nîşan bidin." Radiya Bedcaoui Kahlawî da zanîn ku ji sala 2011’an û vir ve rejîmên emperyalîst li dijî Sûriyeyê komployan pêk tînin û wiha got, “Bi şandina leşkerên bipere gelek sûcên şer pêktîne. Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk gelê herêmê rojên dijwar derbas bikin.”

'Êşên wan du qat zêde bûn’

Siyasetmedar û çalakvan Naîma El-Kasourî jî wiha axivî: “Em ji bo piştgirî dayîna gelê Sûriyê û daxwaza rakirina dorpêça li Sûriyê vekir vê standê vekir. Şikandina dorpêça li Sûriyeyê erkek e. Êş û azarên gelê Sûriyê ku bi taybet qeyrana aborî, neçarî nakokî û qeyranên dimînin, piştî erdhejê du qatî bû.”

'Divê dorpêç bê rakirin’

Çalakvan Olfa El-Gharsh jî banga rakirina dorpêça li ser Sûriyê kir û da zanîn ku armanca wan ew e ku di mijara girîngiya piştgiriyê de hay jê hebûn avabikin.