Li Sûriyeyê jimara miriyan gihişt 3 hezar û 383’yan

Hejmara kesên di erdheja li Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 3 hezar û 383 kesan, hejmara birîndaran jî derket 5 hezar û 302 kesan. Her wiha Heleb, Lazkiye, Hama û Îdliba ku ji ber erdhejê zirar dîtibûn weke herêmên felaketê hatin ragihandin.

Navenda Nûçeyan – Erdheja ku 6’ê Sibatê li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê pêk hat, li Sûriye, Lubnan û rojhilatê Derya Spî hat hîskirin. Li gel ku hilweşîna ji ber erdhejê didome, her saetekê yekî nû li windahiyan zêde dibe.

Heta niha hejmara kesên ku di erdheja li Sûriyê de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 3 hezar û 383 kesan, hejmara birîndaran jî bûye 5 hezar û 302 kesan. Hikûmeta Şamê jî ragihand ku Heleb, Lazkiye, Hama û Idlibê ku ji ber erdhejê ziyan dîtine, weke herêmên karesatê hatine ragihandin.