'Partiya Çep a Kesk dê bibe dengê me'

Jinên Amedê diyar kirin ku dê di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk û gotin, "Werin em bi hev re ji vê hikûmeta dijminê jinan re bibêjin raweste.” Jin dê heta 14’ê Gulanê ji bo Partiya Çep a Kesk bixebitin û xwedî li sindoqan derkevin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Tirkiye di 14'ê Gulanê de ber bi hilbijartineke dîrokî ve diçe. Ji ber ji hilbijartinê re rojên hejmar man partiyên siyasî lez dan xebatên xwe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi gefa girtinê re rû bi rû ye, bi lîsteyên Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê dibe. Partiya Çep a Kesk li gelek cihan dest bi vekirina buroyên xwe yên hilbijartinê kir. Li aliyê din wek taybet buroyên hilbijartinê yên jinan jî vedike. Jinan di van vekirinên ku vediguherê qadên mîtîngê de diyar kir ku ji hilbijartinan derdikevin serkeftinê û bang kirin hemû kesê ku daxwaza demokrasî û hiqûq heye dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.

'Divê em ji hikûmeta dijminê jinan re bibêjin raweste’

Ji jinên ku me mîkrofon dirêjî wan kir Zulfiye Kişmir, da zanîn ew wek jinên Kurd piştgiriyê didin Partiya Çep a Kesk û xebatan dimeşînin. Zulfiye Kişmir bang li hemû kesan kir ji bo pêşeroja civakê têbikoşîn, wiha axivî:

“Em jinên Kurd dê bi taybetî di vê hilbijartinê de li dijî hikûmeta heyî piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk. Çima Partiya Çep a Kesk? Ji ber ku ya ku mafê jinan û edaletê diparêze Partiya Çep a Kesk e. Ji ber vê yekê jî em ê piştgiriyê bidin wê. Divê êdî ev hikûmet biçe. Hikûmeta heyî xwe li ser dijminatiya jin û civakê diafirîne. Divê êdî em ji vê yekê re bibêjin 'bes e.' Divê civak, jin û ciwan nefesê bigrin. Ji bo vê divê hemû jin, hemû kesên alîgirên edalet û hiqûqê ne, piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk. Divê hemû kes bikevin nava xebatên hilbijartinê û ji bo pêşeroja civakê têbikoşin.”

'Werin em ji bo azadî û edaletê têbikoşin'

Hayriye Fîlîz jî destnîşan kir ku serkeftin ji yekitiyê derbas dibe û bang li hemû kir ku piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk. Hayriye Filîz diyar kir ku berpirsyariya herî mezin dikeve li ser milên jinan û wiha axivî:  “Em ê dengê xwe bidin xwe. Ez ji bo aştî, demokrasî û edaletê piştgirî didim Partiya Çep a Kesk. Bila êdî ev mirin, ev êş rawestin. Em dayik bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin. Li holê qeyranek heye. Ji ber vî şerê aborî têk çû. Divê em bibin yek, têkoşîn bikin û vê dîktatoriyê tune bikin. Her roj heqaretê li jinan dike. Serokomarê lê her tiştî dibêje. Ez ji vir bang li hemû dayik û ciwanên Kurd dikim ku ji bo azadiyê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Divê em qezenç bikin. Em îro buroyek vedikin, ji me zêdetir polîs hene. Bila Kurdên asîmîlebûnê vegerin ser koka xwe û em dest bidin hev û bi hev re qezenc bikin. An serkeftinek an serkeftin."

'Partiya Çep a Kesk dê bibe dengê me'

Eylem Yavuz jî destnîşan kir ku ew ê ji bo guhertinê biçin sindoqan û diyar kir ku Partiya Çep a Kesk dê li meclisê hem bibe dengê jinan û hem jî dengê civakê. Eylem Yavuz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Em ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Wek dayîk û jin jiyana li vê erdnîgariyê pir zehmet e. Em jin dixwazin hinek tişt bên guhertin. Em dixwazin qedera xwe biguherînin. Mirin ji bo na me ne qederê, em yekitiyê dixwazin. Jiyana me ne qedere û em ê vê yekê biguherînin. Em ji bo dibêjin em hene, em li meclisê hene herin sindoqan. Jin her dem dakevin rêza duyemîn, em vê yekê qebûl nakin. Ji bo ku yekitiyê û edaletê diparêze dengê me ji Partiya Çep a Kesk re ye. Ev pêvajo bi vî rengî berdewam neke. Her roj jin û Kurd tên qetilkirin. Divê ji bo yekitiyê û ji bo aştiyê hemû kes têbikoşe. Em ê bixebitin û bi awayekî herî xurt dengê xwe li meclisê biqîrin. Partiya Çep a Kesk dê bibe dengê me.”