Dayîkên Şemiyê giliyê polîsan kirin

Dayikên Şemiyê li ruxmê ku biryara AYM heye di 8’ê Nîsanê de xwestin li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin, ragihandin polîsên ku êrîşî wan kirine û ew binçav kirine gilî kirine.

Stenbol – Dayikên Şemiyê, piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê qedexekirina Qada Galatasarayê ji bo çalakiyên wan biryara"binpêkirina maf" da, di 8'ê Nîsanê de dema ku li heman qadê çalakî kiribûn polîsan êrîşî wan kiribûn. Dayikên Şemiyê li dijî êrîşa polîsan li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê gilî kirin û piştre jî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê dan.

 Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Dayikên Şemiyê/gel û parêzer jî amade bûn. Lê salona ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta "Li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevbigerin, Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re vekin" hat vekirin.

Li ser navê girseyê Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend.

 ‘Hikmê destûra bingehîn tê binpêkirin’

Gulseren Yolerî di daxuyaniyê bal kişand li ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi bîr xist û diyar kir ku çalakiya li Qada Galatasarayê demokratîk e û wiha got: “Dema me di 30’ê Adarê de serî li Qeymeqamtiya Beyoglu da ji bo çalakiyê, diyar kirin ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve ji wan re hatiye şandin û ew hîn bûne ku wan şandine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hat ragihandin jî, li Qada Galatasarayê dema di 8'ê Nîsana 2023'an de ji bo çalakiya hefteya 941'emîn em çûn qadê, polîsan daxuyaniya me asteng kirin û em hatin binçavkirin û bi guhnedana biryarên hiqûqî mafê me hat binpêkirin û ev jî nîşan dide ku bêhiqûqî hatiye kirin. li dijî vê bêmafiya ku hatiye kirin, me  serî li Serdozgerya Komarê ya Stenbolê da, me xest ku polîsên êrîş kirin bên tespîtkirin û bên cezakirin. Em dest ji qada Galatasaray naberdin! Biryara hiqûq û dadgeha destûra bingehîn bi cih bînin. Em dixwzin ku dorpêça li Qada Glatasarayê bê bidawîkirin.”

‘Xetere Polîs li ser destûra bingehîn re were dîtin’

Piştre Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn mafê axaftinê girt û diyar kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê çalakiya bêîteatiya sivîl a rewa ye. Eren got, “Em behsa çalakiyekê dikin ku divê neyê astengkirin. Serokwezîrê berê bi dayikan re hevdîtin pêk anî û soz da. Em li heman cihî ne, yên ku hatine guhertin ew in. Bi siyaseta windakirina xwe razî bûn. Pir xetere ku polîs di ser Dadgeha Destûra Bingehîn re bên dîtin.  Divê em vê yekê li ber çavan bigirin û hejmara kesên li qadê zêde bikin."

‘Ez mafê ku Dadgeha Destûra Bingehîn daye, nadim binpêkirin’

Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz a dayika Murat Yildiz ê di binçavan de hatî windakirin  jî got, “Min kurê xwe bi destê xwe bir emniyetê. Ez ê li her derê li kurê xwe bigerim ji ber ku ez naxwazim bêyî ku ez aqûbeta kurê xwe bizanim biçim. Ez mafê ku Dadgeha Destûra Bingehîn daye nadim binpêkirin. Ger ew ne di ferqê de bin ez jî wan nas nakim. Em ê dev ji doza xwe bernedin.”

Herî dawî parêzer Jiyan Kaya, anî ziman ku Dayikên Şemiyê  li gel ku qedexe nebû jî di  8'ê Nîsanê de hatin binçavkirin û got ku ewê şopdarê bûyerê bin û di derbarê qeymeqamtiyê jî wê gilî bikin.