Nîlofer Mîrzayî ya berê hatibû girtin ji zanîngehê hat dûrxistin

Çalakvan û xwendekara Îranî Nîlofer Mîrzayî ya di serhildana Jin, Jiyan, Azadî de hatibû girtin, piştî ku hat berdan ji du demên salê qedexeya xwendinê girt û ji zanîngehê hat dûrxistin.

Navenda Nûçeyan – Xwendekara beşa grafîkê Nîlofer Mîrzayî ku di xwepêşandanên xwendekaran ên meha Mijdarê de hatibû girtin, di dema girtina xwe de hat agahdarkirin ku ji aliyê sîstema Întizamî ve cezayê rawestandina xwendina xwe girtiye.

Ji zangîngehê hat dûrxistin

Li gorî raporê Nîlofer piştî 40 rojan di girtîgehê de ma hat berdan, vegeriya zanîngehê lê bi cezayê neqanûnî du navsalên, qedexeya xwendinê ya demkî û heta dawiya xwendina xwe hat mehkûmkirin.

Hat gotin ku Nîlofer Mîrzayî dîsa serî li komîsyona dîsîplînê daye û biryarnameya pêşwext a di 21'ê Sibatê de hatiye guherandin nîşanî wê daye. Li gorî xalên 43, 44 û 53 û xala 11’an a cezayan, xwendekar îtîraz nekiriye û divê cezayê ku dê ji nîvsala niha (01-02) were qebûlkirin qebûl bike.

Hat diyarkirin ku serokê koma dîsîplînê destûr nedaye biryarên dîsîplînê hinek din bên amadekirin û di dema amadekirina metna îtîrazê de jî nivîs ji Nîlûfer Mîrzayî re hatiye şandin û nehiştiye ku parastina xwe pêşkêş bike.