Pakistan Bîlen: Yek ji lingên esas ê pergalê jin e

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Pakistan Bîlen der barê kar û xebatên ku meclis dide meşandin de axivî û diyar kir ku hemû xebatên wan li ser bingeha rêxistinkirin û pêşxistina jinan in.

BERJÎN KARA

Mexmûr- Meclisa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê di sala 2003’an de hat avakirin. Bi penaberiyê re jinên wargeha Mexmûrê xebatên xwe bi rê ve dibirin lê piştî ku meclis hat avakirin bi awayek rêxistinkirî xebatên xwe dan meşandin. Meclisa Îştar xebatên ku meşandine, saziyên ku ava kirine hemû li ser xebatên jinan û pêşxistina wan dimeşînin.

Meclisa Îştar a wargeha Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê jî di perwerde û rêxistinkirina jinan de roleke sereke dilîze. Bingeha rêxistinbûna jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê Meclisa Îştar e di gelek waran de di nava hewldana pêşketin û rêxistinbûna jinan de ye. Meclisa Îştar bi şaxên xwe yên sazî û dezgehan ve, xebat û çalakiyên cuda di nava wargehê de dide meşandin. Endama Koordînasyona Meclisa Îştar der barê xebatên meclisê, rêxistinkirina jinên wargehê, şert û mercên ku tê de dixebitin û bingehên avakirina Meclisa Îştarê de ji ajansa me re axivî

‘Rola jinan di pergalê de sereke ye’

Pakistan Bîlen di destpêka axaftina xwe de bingehên avakirina Meclisê anî ziman û got: “Meclisa Îştar wek pênase mirov dikare bibêje ku hemû jinên wargehê di nava xwe de digre ango bi taybetî xebatên ku jin pê re mijûl dibin. Bêguman ev jî wek sîwanek e û hemû jinên wargehê jî di bin wê sîwanê de cihê xwe digrin. Meclisa Îştar esas wek fikir çima pêwîstî pê hebû meclisek wiha bê avakirin, sedemên xwe yên esas çi bûn, armanc çi bû mirov dikare vê destpêkê bide fêmkirin. Ev fikir bi xwe fikrên Rêbertiye ne. Bêguman fikreke cara yekem di nava asta cîhanî de alternatîfek li hemberî sîstema heyî, sîstemên desthilatdar taybet wek pergala me. Ger pergala me ji sê lingên esas pêk tê, lingek wê yê taybet jin e, ji bo vê jî ev pêwîstiyek bû. Ev jî li ser çi esasî derket ji ber ku rewşa jinan gihîştiye heta roja îro bi taybetî rewşa ku ji beriya 5 hezar salan ve sîstema desthilatdar a zilamsalarî ku li ser jinan dihat pêkanîn. Ji bo ku jin negihîjin asta xwe ya nasname, nasnameya xwe ya jinan neparêzin, wek jin neyên hesibandin bi her şêwazî li ser jinan sîstemeke qirêj û desthilatdar, hat pêkanîn. Heta roja îro jî ev sîstem her dem berdewam dike, îro jî em dibînin jin di nava hemû qadên heyî de her dem hedefa sîstemê ne. Ji bo wê jî dema ku Rêbertî vê yekê dibîne rewşa jinan analîz dike, li ser wê esasê pergaleke nû weke ya jinan sazuman dike.”

‘Hemû xebatên jinan ên wargehê di nava Meclisa Îştar de tên meşandin’

Pakistan Bîlen diyar kir ku piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev pergal pêşkêş kir li wargeha Mexmûrê jî bi navê Meclisa Îştar ev pergal hat birêvebirin û wiha berdewam kir: “Wekî wargeh jî bêguman dema dibêjin Meclisa Îştar sala ku dest pê dike bi taybetî wek Meclisa Îştar ji salên 2003’ê û şûnde ev wek meclis hatiye avakirin û xebatên jin tê de tên meşandin. Bêguman beriya ku meclis bê avakirin jî bi riya taxan xebatên jinan dihatin meşandin lê belê piştî ku sazumaniya çêbûyî, sala ku meclisa Îştar ava bû şûnde êdî hemû xebatên heyî di nava meclisê de tên meşandin. Girêdayî giştî xebatên jinan ên ku di wargehê de tên meşandin di bin banê meclisa Îştar de tên meşandin. Piştî sala 2003’an şûnde ango avabûna meclisa Îştar her 2 sal carekê konferans tê lidarxistin. Konferansek çêdibe meclis tê nûkirin, ev meclis jî li ser esasê rêveberî, koordînasyon û giştî qadên me sazî, semt û komîte hemû temsîla wan wek jinên wargehê jimarekê zêde diçin konferansê.  Her du sal xebatên heyî, xebatên ku tên meşandin, pirgirêkên jinan ên heyî, projeyên ku hene em dikarin bibêjin di her alî de ev xebat bi giştî tên nirxandin û ji bo du salên li pêşiya xwe amadekariyek nû tê kirin.”

‘Meclisa Îştar xebatên xwe li ser qadan bi rêve dibe’

Pakistan Bîlen di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku rêxistinkirina Meclisa Îştar di ser qadan re tê meşandin û got: “Wek meclisa Îştar bi taybetî pergala me ya xweser ji çend sazî û komîteyan pêk tê û temsîla giştî jî di nav de wek jin di giştî de xebat dikin û di nav de cihê xwe digrin. Ev jî çawa tê meşandin, çend saziyên me hene ku girêdayî meclisa Îştar ên xebat li ser didin meşandin. Di bin banê meclisa Îştar de weqfek me ya jinan heye, xebatên ku li vir tên meşandin, bi taybetî zarokên biçûk ku temenê wan 5 salî ye dibin 6 salî ji bo bikaribin van zarokan li ser esasê hem asta zanistî hem jî wek kesayet zemînek jê re çêdikin. 5 dibistanên wan hene, wek dibistanên dayikê xebatek tê meşandin. Akademiyek me heye, bi navê Şehîd Jiyan. Ev akademî bi dewreyên perwerdeyê yên ku civak, bi  taybetî jinan bikaribe perwerde bike dewreyên cuda cuda çêdibin. Dîplomasiyek me ya jinan heye di wî milî de bikaribe hîn zêdetir nasnameya jinan bi taybetî jinên wargehê bikaribe bi derve re bidin naskirin hem jî bikaribin pêwendiyên wan bi der ve re zêdetir bikin. Wekî din Stêra Zêrîn heye, ew jî di aliyê çandî de jinên ciwan perwerde dikin. Komîteya me ya aborî heye ji bo ku bikaribin hîn zêdetir li ser esasê projeyên wek jin ên heyî, jin bikaribin di aliyê aborî de hîn zêdetir xwe li ser lingan bigrin. Meclisên me yên taxan hene, li vê derê xebatek ji bo rêxistinkirina jinan a taybet an jî tevlikirina xebatên giştî yên ku çêdibin û xebatên tên meşandin, bi van ve mijûlbunek çêdibe. Wekî din di her qadeke xweser de wek temsîla jinan beşdarbunek ji bo qadên giştî jî çêdibe.”

‘Divê bi tu awayî ev têkoşîn neyê sekinandin’

Pakistan Bîlen da diyarkirin ku li ruxmê kêmaniyên derdikevin jî wek meclisa Îştar xebatên xwe bi rêkûpêk didomînin û wiha got: “Di heman demê di meclisê de koordînasyonek tê avakirin, ev koordînasyon jî li gorî sal carna 5 kes in carna jî 7 kes in êdî digihîje jimarek zêdetir yan jî kêmtir. Lê xebatek wek koodînasyon tê meşandin di heman demê de du endamên me yên hevserokatiya şaredarî û hevseroka meclisê jî di nav de hemû li gel wan jî jimarek çêdibe wek koordînasyon ji hemû xebatên jinan berpirsyar in. Hem di aliyê perwerdekirin, perspektîf û plansaziyan de bi her awayî bi giştî xebatên jinan di wargehê de tên meşandin. Hem jê berpirsyar in hem jî ji bo şopandina wan xwedî erk in. Di vî milî de rol û mîsyonek wan heye. Xebateke didin meşandin û li ser giştî xebatê jî divê şopandinek çêbibe. Rewşa ku em tê de ne, şert û mercên jiyanê yên heyî yan jî rewşa giştî ya ku me gelê Kurd eleqedar dike em tê de dijîn. Ev hemû bandorê li ser jinan dike û di heman demê de bandorek neyênî li ser jinan çêdibe. Divê bi tu awayî ev têkoşîn neyê sekinandin, wek temsîla meclisa Îştar wek temsîla giştî jinên wargehê di vî milî de xebatek didin meşandin.”