NY’ê daxwaz kir ku qanûna ‘zext û biçûkxistinê’ were betalkirin

Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravîna Shamdasani, daxwaza betalkirina qanûna nû ya ku zexta li ser jin û zarokên keç ên li Îranê zêde dike kir û got: “Qanûn hem zext e hem jî biçûkxistin e.”

Navenda Nûçeyan - Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Ravîna Shamdasani bertek nîşanî pêşnûmeya nû ya Îranê da ku bi awayekî berbiçav cezayên girtîgehê zêde dike û ji bo jin û zarokên keç ên ku li gorî qanûna cil û bergên neçarî tevnegerin, cezayên pir giran ên pere tê sepandin da.

‘Divê pêşnûme ji holê bê rakirin’

Ravîna Shamdasani diyar kir ku ev pêşnûme li dijî hiqûqa navneteweyî ye û divê ji holê bê rakirin û got: “Ev qanûn mixabin ji ya berê xirabtir e û tevî hêrsa bi qetilkirina Jîna Emînî re zêde bû jî mixabin pêşketineke mezin nedîtiye, ev jî dide diyarkirin ku rewşa mafên jinan li Îranê baş nebûye.

‘Qanûn hem zext e hem jî biçûkxistin e’

Ravîna Shamdasani diyar kir ku pêşnûmeya ku navê wê yê tevahî “Pêşnûmeya piştevaniya malbatê bi pêşxistina çanda îfet û hîcabê” ye, hem zilm û hem jî biçûkxistin e û got: “Nabe jin û zarokên keç weke welatiyên di rêza duyemîn de bên girtin. Rayedar neçar in rêzê li mafên hemû gelên Îranê bigrin, biparêzin û bi heman awayî dabîn bikin.”

Pêşnûmezagona ku tê de çendîn cezayên cezakirinê yên weke cezayê pere û girtîgehê ji bo kesên li Îranê di qadên giştî de ferza hîcabê pêk neynin, roja Çarşemê 20’ê Îlonê li parlamentoyê bi dengên 152 parlamenteran hat qebûlkirin. Ji bo ku qanûn bikeve meriyetê divê ji aliyê Lijneya Parêzvanên Destûra Bingehîn ve were erêkirin û der barê qanûnên ku ji aliyê meclisê ve hatine derxistin de nirxandina dawî dike.

Meclisê 4 roj piştî yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî pêşnûmeqanûn qebûl kir. Çalakiya ku piştî Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve bi hinceta ku serê xwe baş negirtiye dest pê kir, li tevahiya welêt belav bû, veguherî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî.’