Jinên Suweydayê banga hevgirtinê kirin

Jinên Suweydayê ku çalakiyan ji bo mafên xwe li Qada Karamayê didomînin, banga hevgirtinê li jinên Sûriyeyî kirin û gotin: “Daxwazên me yek in.”

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda – Xwepêşandanên gel li parêzgeha Suweyda ya Sûriyeyê ku xelkê Durzî lê dijîn, berdewam dikin. Bi sedan kesên duh li Qada Karama kom bûn, daxwazên xwe yên “rûxandina rejîmê” û bicihanîna biryarên navneteweyî yên têkildarî çareseriya siyasî dubare kirin.

‘Em jiyana bi ewle û azad dixwazin’

Jina bi navê Maha Ebû Raslan a beşdarî çalakiyan bûye diyar kir ku 12 sal in di nava mercên biçûkxistin û xizaniyê de dijîn û vê rewşê wan neçarî koçberiyê kiriye. Maha Ebû Raslan, diyar kir ku şert û mercên jiyanê her ku diçe dijwartir dibin, ji ber vê yekê hemû xwişk û birayên wê neçar mane koç bikin û got ku zarokên wê jî beriya 2 salan ji ber nikarin bikevin welat koçber bûne.

Maha Ebû Raslan anî ziman ku ew dixwazin zarokên wan bi wan re bijîn û wiha got: “Ji ber zextên li ser me em beşdarî çalakiyan dibin. Em dixwazin Beşar Esed biçe, em bi zarokên xwe yên koçkirî re hevdîtinê pêk bînin, jiyana bi ewle û azad bijîn.”

‘Mafên me nayên dayîn, berovajî wê paşve tên girtin’

Yek ji xwepêşanderan Lubna El-Zaqout jî diyar kir ku ew ji bo mafên xwe daketine qadan û got: “Mafên me nayên dayîn, berovajî wê paşve tên girtin. Ji destpêka krîzê ve daxwazên me heman in. Em dixwazin şert û mercên jiyana me baştir bibin, gendelî û dejenerebûn ji holê bên rakirin û rûmeta welatiyan bê parastin.”

Lubna El-Zaqout bal kişand ku hikûmet neçar e daxwazên wan bi cih bîne û bal kişand ser îdiayên destwerdana derve di xwepêşandanên wan de û got: “Hêzên rejîmê îdia dikin ku destwerdanên derve ji bo tepeserkirina xwepêşandanên me hene.”

‘Divê em bi hev re di nava hevgirtinê de bin’

Lubna El-Zaqout bang li jinên Sûriyeyî kir û wiha bi dawî kir: “Em dikarin bi hevgirtinê daxwazên xwe bikin yek. Divê hemû jinên Sûriyeyê bi jinên Suweydayê re di nava hevgirtinê de bin. Ji ber ku daxwazên me yên ji bo bidestxistina azadiyê yek in.”