Xwendekarên zanîngehên Îranê: Dê sala nû bibe qonaxekê nû ya berxwedanê

Xwendekarên ji 12 zanîngehên Îranê der barê sala nû ya xwendinê de daxuyaniyeke bi sernavê “Em vedigerin” belav kirin û gotin: “Sala nû ya xwendinê li dijî zextên bergirî yên Komara Îslamî ya Îranê dê bibe qonaxeke nû ya çalakî û berxwedanê.”

Navenda Nûçeyan - Bi boneya vekirina zanîngehên Îranê îro xwendekarên ji 12 zanîngehên mezin ên Îranê, daxuyaniyeke hevbeş bi navê “Em vedigerin” belav kirin. Di daxuyaniyê de îmzeya sendîkayên xwendekar ên zanîngehên Tehran, Ellame Tabatabaî, Beheştî, Khajeh Nasir al-Din Tusi, Elzehra û Tehran Sanat, Yezd, Ahwaz Çamran, Îsfehan, Sanat a Îsfehan, Babol Noşîrvanî û Meşhed Ferdowsî jî hene.

‘Qonaxa nû ya çalakî û berxwedanê’

Di daxuyaniyê de xwendekarên ku sala nû ya xwendinê li dijî helwestên bi zext ên rejîma Îranê weke “qonaxeke nû ya çalakî û berxwedanê” nirxandin gotin: “Em bi dengekî bilind radigihînin ku em ê pasîfî û bêdengiya li zanîngehan binax bikin.” Sala borî jî xwendekaran li gel pêkhateyên din ên gel li zanîngehan li dijî zilm û zordariyê dengê xwe bilind kirin û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi hevalên xwe re dest bi berxwedanê kirine û ev tişt hatin gotin: “Bedelên vê berxwedanê giran bûn û destkeftiyên wê mayînde bûn. Em hatin girtin, ji kar hatin derxistin û dûrxistin, gef li me hatin xwarin lê piştî salekê em di asteke wisa de ne ku em di wê baweriyê de ne me gavek avêtiye, em li ser riya bêveger in.”

‘Berxwedana me wê helwestên zextê yên hikûmetê bêbandor bike’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îran ji roja damezrandina xwe ve heta niha ji her demê zêdetir bi biryar e ku zanîngehan bêdeng bike û wiha hat gotin: “Derxistina xwendekar û mamosteyan ji qada zanîngehê, sînordarkirina xebatên rêxistinan, rakirina qadên xwendekaran yek bi yek, bêparhiştina xwendekaran derfetên ku heq dikin û rakirina azadiyê ye. Her çiqas şopên qamçiyên dîsîplînê hê jî li wir hebin jî birînên wan ne tu tişt in. Ji ber ku tecrubeya 'daxwaz, zext û îsrara' ku sala borî bi awayekî din hat jiyîn, ji bo bidestxistina îdealên xwe em gihandine qonaxeke nû ya berxwedanê û ev jî wê helwestên zextê yên hikûmetê bêbandor bike.”

‘Dema vegerandina zanîngehan ji bo pêşerojê ye’

Di daxuyaniyê de bang li xwendekaran hat kirin ku bi hev re bi hêvî bin û jiyana biparêzin û ava bikin û wiha hat gotin: “Ji ber ku nasnameya xwendekaran tê wateya sekna li dijî neheqiyê û hewldana pêkanîna daxwazên rast û rasterast bi hişmendiya herikbar û nuwazebûna civakê ve girêdayî ye. Niha em li pêşiya xwe dinêrin. Em niha di riyeke bêveger de wê ne.”

Dem dema vegerandina zanîngehê û ji nû ve pênasekirina zanîngehan e. Em ê ji bo pêşerojê xeyalan çêbikin û ji bo bidestxistina wê têbikoşin. Niha di nava tevgera xwendekaran de kevneşopiyek tê avakirin. Em ber bi pêşerojê ve dimeşin, dibin strî di çavên zaliman de.”