Nobeta Edaletê di roja 822’an de didome

Malbata Şenyaşar a di roja 822’an de Nobeta Edaletê didomîne got, “Edaleta ku dereng tê zilm e. Hê zêdetir ji zilmê re nebin şirîk!”

Riha – Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin û kurek wê jî birîndar bû. Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber deriyê Edliyeya Rihayê dan destpê kirin, di roja 821’ê de didome.

Emîne Şenyaşar a ji ber tendirustiya xwe nekarî biçe ber edliyê roja 822’an a Nobeta Edaletê li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yê medyaya dîjîtal ev pêyam da; “Dayik li ber Edliya Rihayê ez jî li meclîsê... Em ê dev ji edaletê bernedin. Edaleta ku dereng tê zilm e. Hê zêdetir nebin şirîkê vê zilmê.”