Jinên hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin

4 jinên ku li Enqere û Îzmîrê hatin girtin piştî bi dawîbûna karûbarên îfadeyê, sewqî dadgehê hatin kirin.

Enqere – Endamên Partiya Mor Dayanişma Selda Kondakçi, Rûya Ozgur û Melîke Bûyûk ên di 19’ê Hezîranê de li Enqere û Îzmîrê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û Endama Koordînasyona Navendî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hatîce Goz ên li Enqere û Îzmîrê hatin binçavkirin, 4 roj in li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê re tên ragirtin. Di lêpirsîna ku zêr û pereyên di dawetê de hatin pêvekirin wek hêmanên sûc hatin nîşandan de, jinên hatine binçavkirin piştî bi dawîbûna karûbarên îfadeyên li emniyetê, sewqî edliyeyê hatin kirin.

Li dozgeriyê ji 4 jinan re raporên MASAK'ê û Rêxistina Kîvîlcîmê ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) hat pirsin. Dozgeriyê der barê Rûya Ozgur û endama TOP'ê Hatîce Goz ên îfadeyên wan bi dawî bûn de daxwaza girtinê kir, ji Selda Kondakçi û Melîke re jî bi şerte edlî daxwaza berdanê kir û sewqî 9'emîn Dadgeriya Cezaya Sulhê hatin kirin.