Endama DAÎŞ’ê ya Elman ya ku bûye hevkara qirkirinê hate darizandin

Jina bi navê Nadîn K. ya ku hemwelatiya Elmanyayê ji ber ku jineke Êzidî kiribû kole û bûye hevkara qirkirinê cezayê girtîgehê yê 9 salan lê hate birîn.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Koblenzê yê Elmanyayê jina bi navê Nadîn K (37) û endama DAÎŞ’ê ye li dadgeheke li Koblenzê hate darizandin. Ji ber ku vê kesê jineke Êzidî kiriye kole û hevkariya sûc kiriye, dadgehê ceza li wê birî.

Dadgehê cezayê girtîgehê yê 9 salan da jina ku hemwelatiya Elmanyayê ye. Nadîn K. ji Kanûna 2014’an heta Adara 2019’an endama DAÎŞ’ê bû. Berê çû Sûriyeyê ba hevjinê  xwe yê DAÎŞ’î. Di sala 2015’an de ew û hevjinê derbasî Mûsilê dibin û piştre vedigerin Sûriyeyê.

Di Nîsana 2016’an de jineke Êzidî ya 22 salî kir kole. Wê û hevjinê  xwe jina Êzidî li malê da danexebitandin û xwestin li gorî rîtuelên Îslamê tevbigere. Di heman demê de hevjinê Nadîn K. destdirêjî li jina Êzidî kiriye. Nadîn K. di Adara 2022’an de dema vegeriya Elmanyayê hate girtin.

Dadgeha Elmanyayê di Mijdara 2021’an de sûcên li dijî Êzidiyan wekî ‘qirkirin’ nas kir û di vî warî de bû dadgeha yekemîn.