Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de ye

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja 779’an de berdewam dike.

Riha – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat qetilkirin û kurê wî Ferît Şenyaşar ê ji êrîşan bi birîndarî xilas bû, dewam dike. 

Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar hatin ber Edliyeya Rihayê û li ber pankarta "Ji Malbata Şenyaşar re edalet" nivîsîbû Nobeda Edaletê di roja 779'an de berdewam kirin. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bal kişand ser daxwaza keça Fadil Şenyaşar a 5 salî Rojda Şenyaşar û ev tişt hatin gotin: “Ji her kesê re rojbaş. Daxwazek Rojda ji mezinên xwe heye. Edalet. Dê 14’ê Gulanê de KHK biçin û dê edalet bê.”