Nobeta Edaletê di roja 702’an de berdevam dike
Malbata Şenyaşar a ku 702 roj nobeta xwe ya Edaletê berdevam dike got:” Dema ku îktîdar hat guhertin kesên ku xwe li pişt Erdogan diveşêrin dadgehên serbixwe wê wan yek bi yek darizînin”
Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 702’an de didome.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kirin: “Yên ku bi hêza siyasî sûcê mirovahiyê dikin, wê ji hafizeya civakê neyên paqijkirin. Niha erka me ew e ku em hafize zindî bihêlin û ji bîr nekin. Dema desthilatdariya siyasî biguhere, dadgehên serbixwe dê kesên li pişt Erdogan xwe vedişêrin yek bi yek darizînin."