Ji girtiyên jin piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê

Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi armanca piştvaniya bi mexdûrên erdhejê re qartonên alîkariyê yên ku amade kirinde şandin Navenda Koordînasyona kirîzê ya HDP’ a Enqerê.

Enqere – Di erdhejên 6’ê Sibatê yên li Mereşê pêk hatin de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Li herêmên erdhejê ku bi mîlyonan mirov bê mal mane, hikûmet û saziyên wê pêdiviyên bingehîn ên gel nabînin jî gel bi xwe xeta piştvaniyê avakirin. Alikariyên ku bi piştevaniyê hatîn komkirin li rûxmê ku ji aliyê dewletê ve tên astengkirin jî dilxwaz xebatên xwe yên ji bo mexdûran berdewam dikin.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê jî ji bo piştgiriyê bidin mexdûrên erdhejê, di şert û mercên girtîgehê de kartonên alîkariyê amadekirin. Kartonên ku tê de alavên paqijî, pêdiviyên xwarinê û pêdiviyên pitikan di wan de hebûn, ji bo şandina herêmên erdhejê radestî Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê hatin kirin.