Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 41 hezar û 156
Di erdheja navenda wê Mereş de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 41 hezar û 156’an.
Navenda Nûçeyan – Di her dû erdhejên ku li Mereşê qewimî û bandorê li gelek bajaran kir hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane her roja ku diçe zêde dibe. Serokê AFAD’ê Yûnûs Sezer, ragihand ku hejmara kesên di erdhejên li navçeyên Bazarcix û Elbistanê çebûn jiyana xwe ji dest dan derket 41 hezar û 156’an.
Di erdheja ku 10 bajar jê bandor bûne de gelek avahî hilweşiyan, xebatên lêgerîn û rizgariyê piştî dû rojan derneg destpê kirin. Gel dibêjin bi lez rakirina kavilan re hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bûn û bertek nîşanî AFAD û rayedarên hikumetê dan û helwestên xwe anîn ziman.