Li Sûriye û Tirkiyeyê hişyariya şewbê
ECDC’ê hişyarî da ku ji ber erheja mezin a navenda wê Mereş bû, dibe ku nexweşiyên şewbê belav bibin.
Navenda Nûçeyan - Navenda Pêşîlêgirtin û Kontrolkirina Nexweşiyan a Ewropayê (ECDC) da zanîn ku ji ber erdheja bûye sedema hilweşînên mezin û windahiyan îtîmala nexweşiyê heye û bal kişand ser rewşa mexdûrên erdhejê yên li Kurdistan û Sûriyeyê. Navendê der barê îhtîmala belavûbûna nexweşiyan de hişyarî kir.
ECDC’ê diyar kir ku bi taybetî di navbera 2 û 4 hefteyên ku li pêşiya me ne potansiyela belavbûna nexweşiyên şewbê li herêmên erdhejê zêde ye. ECDC’ê di daxuyaniyê de îşaret bi şert û mercên li herêmên erdhejê kirin Destpêkê ji derveyî nexweşiyên ku bi riya xwarin û avê belav dibin û destnîşan kir ku enfeksiyon û nexweşiyên ku bi riya nefesê belav dibin dikarin bi bişkinînê rê le ber wan bigrin.
‘Dibe ku kolera derkeve’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tesîsatên avê û yên elektrîkê ku ziyan ditine, ji derveyî ava paqij, saziyên tendirustiyê didin zanîn ku zehmetiyan di xwegihandinê de dikşînin û bi cemidandina xwarinan pirsgirêk derdikevin. Ev rewş dibe sedem ku bi riya xwarin û avê nexweşiyên ku belav dibin derbikevin holê. Her wiha bal kişand ser îhtîmala kolereyê ku li Sûriye û herêmên erdhejê derkeve û got ku ev nexweşî di hefteyên pêşiya me de zêde bibe û fikara ji bo vê yekê hat ziman.