Nobeta Edaletê di roja 665’emîn de didome

Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê bênavber didomîne, wiha got: "Yên ku dibêjin yê zilm dike ji me ye û li hember bêedaletiyê bêdeng dimînin, dê li #Rihayê winda bike! Dê li Tirkiyeyê winda bike!”

Riha - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 665’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ku di saetên sibehê de ji mala xwe ya Pirsûsê derketin rê, bi pankarta li ber edliyeyê daleqandin û dovîza bi nivîsa “Edalet” dest bi çalakiya nobetê kirin.

Malbata Şenyaşar ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: “2023 dê bibe sala EDALETÊ! Yên ku dibêjin yê zilm dike ji me ye û li hember bêedaletiyê bêdeng dimînin, dê li #Rihayê winda bike! Dê li Tirkiyeyê winda bike! Em ê dev ji #Mafênxw yên Bingehîn bernedin. Serkeftin ya kesên jê bawer dike ye.”