Nobeta Edaletê di roja 646’emîn de ye
Malbata Şenyaşar bi gotina “Em ji bo xwe çi dixwazin, ji bo tevahî mirovahiyê jî dixwazin” di roja 646’emîn de nobeta edaletê didomîne.

Riha – Nobeta Edaltê ya Emîne Şenyaşar a di encama êrişê xizm û parastvanên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û dû lawên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de jiyana xwe ji dest dan û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû di roja 646’emîn de li ber Edliyeya Rihayê didome.
‘Daxwaza me edalet e’
Malbatê li ser hesabên xwe yê medyaya dîjîtal pê peyamê da; “646 roj in em li ber Edliyeya Rihayê têdikoşin. Em ji bo xwe çi dixwazin ji bo tevahî mirovhaiyê jî dixwazin. Daxwaza me Edalet e. Ewên li jor ên şûrê Themîsê ji destê wê girtin bi fermanên xwe hewl didin darazê birêve bibin...”