Ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd komcivîn û panel hatin lidarxistin

Bi armanca axaftina li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda girankirî, Kongra Star li navçeya Til Temir û Hesekê komcivîn û panel hatin lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – 24 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke girankirî de ye. Di vê dema dawiyê de rêxistina CPT'î diyar kiribû ku ew derbasî Îmraliyê bûne û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirine lê belê derket holê ku tiştekî wisa tune ye û hevdîtin nehatiye kirin. Kongra Star a bajarê  Hesekê, panelek bi sernavê "Pirsgirka jinan, bi felsefeya Rêber Ocalan azadiya jinan û tecrîda li ser Rêber Ocalan"  li dar xist. Endamên jin ên komîte, partiyên siyasî, meclisên sivîl ên bajarê Hesekê beşdarî panelê bûn. Panel li Navenda Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM'ê hat lidarxistin.

Endama Navneda Jineolojî ya Kantona Hesekê Eliya Amara li ser armanca lidarxistina panelan axivî û wiha got: "Armanca me bi lidarxistina panelan ew bû ku em asta têkoşînê ji bo rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin û bêtir çalakiyên xwe bi bandortir û xurtir bikin. Ji ber ku Rêber Ocalan di felsefeya xwe de cihekî girîng da azadiya jinan. Bi saya fikr û felsefeya wî jin bi hestên azad dijîn niha. Ji ber vê yekê erka hemû jinan ew e ku ji bo azadiya wî ya fizîkî têbikoşin. Bi analîzên xwe her dem dianî ziman ku ji bo azadiya tevahî civakê azadiya jinan esas e."

‘Komloya hêzên hegemon bi tecrîdê didome’

Eliya Amara bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha got: “Hêzên komploger, komploya sala 1999’an bi tecrîdê berdewam dikin, ji ber ku di komploya xwe de negihîştin armancên ku dixwestin. Di tu zagona cîhanê de nayê qebûlkirin tecrîdeke bi vî rengî hebe lê mixabin rêxistinên mirovî ji bo vê mijarê bêdeng in. Rêber Ocalan ji bo azadiya jinan karekî pîroz da meşandin û niha xwedîderketina li azadiya wî erka hemû jinan e. Bi felsefeya " Jin Jiyan Azadî" em ê tecrîdê hilweşînin û Rêber Ocalan azad bikin. Li tevahî cîhanê ev felsefe belav bûye û bi vê felsefeyê, li hemberî çewisandin û koletiyê serhildan didomin."

Panel bi nîqaşên li ser avêtina gavên pîroz û şikandina hişmendiya desthilatdar ji aliyê jinan ve û xwedîderketina li azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dawî bû.

Til Temir

Kongra Star a navçeya Til Temir a Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hola Saziya Malbatên Şehîdan der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komcivînek li dar xist û jinên ji neteweyên Kurd, Ereb û Aşûr beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Zehra Emîn beşa li ser jinan a parêznameya Şaristaniya Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsiye xwend û anî ziman ku jin di gelek merheleyan re derbas bûne heya ku gihîştine asta heyî.

‘Fikrên Rêber Ocalan gelek bi bandor in’

Paşê Dozger Neda Ehmed ji Dîwana Edaletê ya navçeya Til Temirê axivî û wiha got: "Jin xwedawend bûn û dê wisa jî bimînin. Rast e di gelek pêvajoyên paşguhkirinê re derbas bû, zanista wan hat dizîn û bê rol di civakê de hatin hiştin lê îro bi saya fikr û felsefeya "Jin Jiyan Azadî" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş xistiye hemû tişt vedigerin rastiya xwe. Jin afrîner in, çandiniyê bi pêş xistin, dema ku dîtin zarok digrîn landik çêkirin, derman ji gihayên xwezayî yên li çolê afirandin û bûn derman ji gelek nexweşiyan re