‘Hewl didin serhildanê bi îşkence û êrîşa zayendî bitepisînin’
Derûnînasa ku li Îranê dixebite, li ser rêbazên tepeserkirina xwepêşandanan ên rejîma Îranê û bandora tiştên diqewimin axivî.

LARA GEWHERÎ
Mehabad – Li Îranê serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîmê ve dest pê kir, berdewam dike. Li bajarên Îran û Rojhilat dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” bilind dibin, gel tevî zext, îşkence, girtin û darvekirinê jî dest ji kolanan û daxwazên xwe bernadin. Derûnînasa ku ji bo ewlehiya xwe bi bernavka Xuan ji ajansa me re axivî, serhildana gel û bandora zexta rejîmê ya piştî wê hat jiyîn li ser derûniya mirovan nirxand. Xuan zexta li ser xwepêşandan û çalakvanan ji aliyên cuda ve lêkolîn dike.
'Xwepêşandanan bandor li karakterên zarok û ciwanan kir'
Xuan destnîşan kir ku xwepêşandan, bandorê li ser kesayet û lîstikên zarok û ciwanan dike, diyar kir ku di zarokan de asta nexweşiyên xirabiyê anksiyetê, travma û xirabiyên girêdayî stresê zêde dibin. Xuan wiha axivî: "Zarokan rewşa hest û pirsgirêkên xwe yên fikaran bi rengek cuda nîşan dan. Bê sedem aqîrîn, hembêzkirin û dûrneketina ji dayik û bav, xirabiya xewê, tirsa mirinê, neçûna dibistanê û êşên fizîkî hinek ji van nîşaneyan in. Divê ji aliyê derûnînasek ve piştgiriyê bibînin. Malbat û li dibistanan mamoste li şûna tepesandina van guhertin î hestan, bi taybet ji bo ciwanan çareseriyên lihevhatin û hay jê hebûnê biafirînin.”
'Hewl didin yekitiyê tune bikin'
Xuan der barê gefên hikûmetê yên li ser malbat û girtiyan de, ev nirxandin kir: “Hikûmet ji tirsan ji bo xirakirina yekitiyê di civakê de parçebûnê ava dike û li ser girtiyan rêbazên îşkence û êrîşan berfireh dike. Di mijara ku malbatên girtiyan nav û rewşa girtiyan eşkere bikin de tirs ava dike, zexteke derûnî ya ji bo tirsandina mirovan heye. Ev zexta derûnî di hundirê girtîgehê de jî bi avakirina bêewlehiyê didome, girtiyan ditirsîne.”
‘Dixwazin hesta tenêtiyê ava bikin’
Xuan got ku dema mijar dibe çalakvan û rewşenbîrên Kurdistanê, dixwazin hesta tenêtiyê ava bikin û wiha got: “Ya ku ev sehildan ji xwepêşandan û bûyerên din cuda dike, taybetî Kurdistan hemû gelên Îranê piştgirî didin van xwepêşandanan. Ev mirov dema di girtîgehê de û di bin zextan de bin xwe tenê hîs dikin. Heman hest rê ji bêdengiyên demdirêj û şok û nerehetiyên ji ber van zextên derûniyên dewletê çavkanî digre re, vedike.
Xuan destnîşan kir ku gelê Kurdistanê zêdetir xwedî tercubeya têkoşîn û berxwedanê ye û wiha axivî: “Tişta ku di vê serhildanê de bû sedema bêçaretiyê, hesta tenêtiyê yan jî qurbanbûyîn bû. Di rewşa ku civaka Kurdistanê bi yên din re tevger nake de, hat hînbûn di nava bêçareseriyê de ye. Bêçareseriya hatiye hînbûn, rewşeke ku kes hîn dibe her dem tevger û kiryar heman encamê dide û ji bo pêşveçûnê hewldan bêwate dimînin.”