Nobeta edaletê di roja 643’emîn de ye

Malbata Şenyaşar ya çalakiya nobeta edaletê di roja 643’emîn de didomîne, wiha got: “Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne. Her çiqas dereng jî bikeve dê ya bi heq pêk were.”

Riha – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ya di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja xwe ya 643’emîn de didome.

Malbatê ji ber di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe didomîne.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev parvekirin kir: “Dozeke ku serokkomar û parlamenter diparêzin heye. Beriya dozê, parlamenterê ku li nexweşxaneyê sûcê li dijî mirovahiyê kirî weke qehreman hate nîşandan. Lewma hemû kes baş pê dizane ku di vê dozê de biryareke adilane nayê dayîn. Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne. Her çiqas dereng jî bikeve dê ya bi heq pêk were.”