‘CPT bi bêdengiyê destek dide tecrîd û îşkenceyê’

Jinên Êzidî yên li hemberî kiryarên CPT bi bertek in, destnîşan dikin ku ji hemû pêkanînên dewleta Tirk ên li girava Îmraliyê, CPT berpirsiyar e.

EMÎRA ZOZAN

Şengal – Berdevkên meclisên jinan ên Xanesorê û Sînunê Şemê Mucû û Hediye Birahîm li ser tecrîdê ji ajansa me re axivîn û dan diyarkirin ku heya agahî ji Rêber Apo negirin û hevdîtin pê re çênebe ew ê li ser piyan bin.”

Berdevka meclisa jinan a Xanesorê Şemê Mucû der barê bêdengiya CPT’î de wiha got: “CPT’yê diyar kiribû ku hevdîtin bi Rêber Apo re kirine lê heya niya der barê hevdîtina bi Rêber Apo re tu agahî nedaye, ev yek li dijî zagonên mirovî ye ji ber ku li holê nezelaliyek heye. Em nizanin ka hevdîtin kiriye yan na? Ger kiribin rewşa Rêbertî çi ye? Ger nekiribin jî çima gotin me hevdîtin kiriye? Ji bo gelê Kurd ji bo civaka Êzidî ji bo şervanên azadiyê û tevahî mirovahiyê divê bersiva van pirsan were dayîn. Serok Apo Rêberek e ji bo wê divê li gorî vê yekê nêz bibin.”

‘Dewleta Tirk ji gotinên serokatiyê ditirse’

Şemê Mucû di berdewamiya gotinên xwe de qala kiryarên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Dewleta Tirk li hember Rêber Apo sûcên mirovî dike tecrîdê girantir dike, hevdîtin bi temamî 20 meh in bi Rêber Apo re nekirine, tu agahî jê tune ye. Divê ku di demek nêz de agahî jê were girtin.”

‘Bi xwedîderketina civakê em ê tecrîdê bişkînin’

Berdevka Meclisa jinan a Xanesorê Şemê Mucû di dawiya gotinên xwe de bersiva jinan û civaka Êzidî ya ji Tecrîdê re wiha pênase kir: “Her roj êrîşê me dikin û ji bo me ji fikrên paqij ên Rêber Apo dûr bixin bi her awayî êrîş dikin lê tu caran desthilatdar dê bi ser nekevin dewleta Tirk û hevkarên wî dê nikaribin fikrên jiyana azad ji nava me der bixe em ê bi xwedîderketina civaka xwe û parastina wê, dawiyê li tecrîdê bînin û Rêber Apo ji aliyê fizîkî ve azad bikin.”

Berdevka Meclisa Jinan a navçeya Sînûnê Hediye Birahîm jî der barê Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de nirxandin kir û wiha got: “Em jî weke jinên Êzidî Civaka Êzidî heya ji Rêber Apo agahiyek negirin ranawestin. Dewleta Tirk dizane ku ger Rêber Apo nêrînên xwe bigihîjîne civakan wê kaosa heyî raweste û dê ji bo azadiya civakê gavên bi bandortir bên avêtin, ev yek jî dawiya fikrên dagirker û desthilatdaran e ji bo wê ditirsin û riyên hevdîtin û agahiyan li Rêber Apo û hevalên wî dibirin.”

‘Rêber Apo riya azadiyê ye em ê li ser vê riyê bin’

Hediye Birahîm bi van gotinan bi dawî kir: “Dijmin çi dike bila bike riya Rêber Apo riya azadiyê ye em ê jî her dem ser vê riyê bin. Ez bang li tevahî civaka Êzidî dikim li ku derê bin, bila rabin ser xwe ji ber ne ji fikrên Rêber Apo bûya yek ji me nedima. Divê ku civaka me hê bihêztir ji bo Rêber Apo û Rojavayê Kurdistanê têbikoşe.”