‘Divê di têkoşîna li dijî êrişa zayendî de gavên samîmî bên avêtin’
Seroka Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê Huriye Hamidî, xwest li Tirkiyeyê dadgeh li dijî sûcên êrîşa zayendî gavên samîmî biavêjin, diyar kir ku bi hemû saziyan re têkoşînek bi bandor şert e.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Der barê mudûr Kadîr Îsteklî ku damezrînerê Weqfa Hîranurê ya yek ji şaxên Îsmaîlaga ye û Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî bi wî re zewicand û dayik Fatma Gumuşel de bi sûcê “bi awayekî zincîrî êrîşa zayendî ya zarok” doz hat vekirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadoluya Stenbolê ve hat temamkirin, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin û danişîna ewil a dozê dê di 22’ê Gulana 2023’an de li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya Stenbolê bê dîtin. Der barê Yusuf Ziya Gumuşel û dayik Fatma Gumuşel de bi sûcê "îstîsmara zayendî ya li pey hev li ser zarokê" û ji bo Kadîr Willedli yê "zewicî ye" jî bi îdiaya "bi awayekî zincîrî êrîşa zayendî li dijî zarok” û der barê Kadîr Îsteklî yê hat zewicandin de jî “bi awayekî zincîrî êrîşa zayendî ya li dijî zarok” û “Êrîşa zayendî” cezayê hepsê hat xwestin. Kiryar Yusuf Ziya Gumuşel, Fatma Gumuşel û Kadîr Îşteklî ku tevî delîlan jî xeyrî mewqûf (kesê ku bêyî bê girtin tê darizandin), dê di 22'ê Gulana 2023'an de derkevin pêşberî dadgehê.
Bûyer ji hejmarên fermî zêdetir in
Li Tirkiyeyê êrîşên zayendî, tecawiz û tundiya li dijî jin û zarokan her diçe zêde dibin, tê zanîn ku gelek bûyerên di raya giştî de nayên xuyakirin jî hene. Seroka Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê Parêzer Huriye Hamidî ku der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandinan kir, bal kişand ku ji ber zehmetiyên îxbar û tesbîtkirina sûcên êrîşa zayendî, bûyerên li cihên fermî kêm tên bihîstin û diyar kir ku di pêvajoya tê jiyîn de bi nûçeyên êrîşa zayendî ku ji cihên cuda tên re rewşa tê jiyîn ne wiha ye.
‘Di nava salekê de ji meqamên edlî re hezar û 240 serlêdan hat kirin'
Huriye Hamidî da zanîn ku wek Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê di destê wan de daneyên tundiya zayendî yên di navbera Mijdara 2021 û Kanûna 2022’an de hene û wiha got: “Di navbera van dîrokan de li meqamên edlî hezar û 240 serlêdan hatine kirin. Daneyên ku der barê 865 ji van zarokan rastî êrîşa zayendî hatine, hene." Huriye Hamîdî bal kişand ku di pêvajoya tê jiyîn de ji zaroka di 6 saliya xwe de rastî êrîşa zayendî ya bi pergalî hatiye bigrin hemû zarokên din, ji aliyê darazê ve tên tune hesibandin.
'Daraz zarokê tune dihesibîne û kiryar bihêz dike’
Huriye Hamidî axaftina xwe wiha domand: “Tevî ku wiha ye jî helwesta profesyonelên di nava pergala dadweriyê de jî, ji me ra mezinahiya xirabiya ku em rû bi rû ne, nîşan dide. Di dawiya darizandinê de encamekê ku zarok tê tune hesibandin û kiryar tê bihêzkirin derdikeve pêşiya me û divê ev yek ji polîtîkayên heyî yên dewletê serbixwe neyên fikirandin.
'Pêwîstî bi pergaleke parastinê ya bê qusûr heye’
Huriye Hamîdî da zanîn ku pêwîstî bi pergaleke parastina zarokan a tevayî bi rêkûpêk ku zarokê rastî sûc hatiye, xwedî têgihîştina zarokê ya aktorên pergalê, xebat meşandina hemû saziyan ya bi awayekî rêxistinkirî û tedbîrên pêşîgirtin û parastinê bi lezginî bên pêkanîn heye. Huriye Hamidî wiha got: "Divê pergaleke ku dema zarok rastî êrîşa zayendî tê, ji jiyana civakî îzole dibe û nikare perwerdeya xwe bidomîne demildest bê ferqkirin û tedbîrên pêwîst bên girtin bê avakirin.”
'Divê bi hemû saziyan re têkoşîneke bi bandor bê meşandin'
Huriye Hamidî anî ziman ku ew ê wek Navenda Mafên Zarokan, bibin şopdarên bûyeran tên jiyîn û bang kir ku divê di noqteya şopandinê de astengiyên li pêşiya daxwazên mudaxilek ên darazê jî bên rakirin. Huriye Hamidî bi van gotinan dawî axaftina anî: “Em wek Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, di rewşa serlêdanên ku ji me re tên kirin daxwaza beşdarbûna dosyayên êrîşa zayendî dikin û bi awayekî bi bandor van dosyayan dişopînin. Daxwaza tevlibûnê aliyekî têkoşîna ku em li dadgehan didin meşandin e. Ruxmê ku piraniya daxwazên tevlibûnê ji aliyê dadgehan ve bi awayekî bê hincet tên redkirin jî em bawer dikin ku daxwazên tevlibûnê ji pêvajoye darizandina bi bandor re têkarî dikin. Ji xeynî vê, em bi torên ku cih digrin re, di xala têkoşîna li dijî êrîşa zayendî de xebatên berhevkirina daneyan, raporkirin û rojevkirinê pêk tînin. Em dikarin bi pêkhateyên ku hemû saziyên li qadê dixebitin organîze bûne re, li dijî êrîşa zayendî têkoşîneke bi bandor bimeşînin.”