Nobeta edaletê di roja 636’emîn de ye

Malbata Şenyaşar ya ku li Rihayê Nobata Edaletê didomîne, got: ‘’Em tekoşîna xwe di rêya heq ya Hz. Îbrahîm de didomînin. Li Rihayê ji Nemrûdan re cîh nîne!’’

Riha – Di dîroka 14’ Hezîrana 2018’an de hevjin û 2 kurên Emîne Şenyaşar ji alîyê xizm û parastvanên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin. Emîne Şenyaşar bi kurê xwe yê Ferît Şenyaşar yê ku di encama erîşê bîrîndar bibû, ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber deriyê Edliya Rihayê nobeta edaletê dabû destpêkirin. Nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 636’emîn de didome. Ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtî ye, malbatê nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal vê pêyamê parve kir: ‘”Li bajarê pêyxemberan a Rihayê, li ser riya Hz. Îbrahîm a ku Nemrûdê di agirê wî de fetisand têkoşîna xwe ya heq didomînin. Qey edaleta we ev e? Vizyona we ev e? Li Rihaye ji Nemrudan re cîh nîne!’’