Dibistan tên hedefkirin û dibin navendên leşkeran

Dewleta Tirk a dagirker di hemû êrîşan de navend û qada perwerdehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef. Rêveberiya Xweser jî tevî hemû êrîşan jî sîstema perwerdehiyê bi derfetên xwe didomîne. Heta niha 3 hezar û 596 xwendekar ji xwendinê mane.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Sîstema perwerdehiyê ya netewe-dewlet û sîstemên serdest li ser esasê avakirina hişmendiya xwe û çêkirina kadroyên xwe yên li ser heman sîstema desthilatê ye. Xwnedekar û mamoste li avahiyek teng kirine û bernameyên perwerdehiyê li ser esasê berjewendiyên desthilatê tên amadekirin û xwendin. Ev yek jî modelên klasîk ên perwerdehiyê ya xwe dispêre sîstema serdest a heyî. Ev sîstem jî kemenetewan qebûl nake û sîstema yek ziman a perwerdehiyê li ser hemûyê ferz dike û perwerdehiya zimanê dayîkê ji bo hemû pêkhateyan nayê qebûlkirin.

Yek ji destkeftiyê herî bi nirx ê Şoreşa Rojava ku berdêla wê pir giranbiha bû sîstema perwerdekirina nifşên nû ya li ser Modela Netewa Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke modela nûjen a serdemê digire dest û avakarê wê ye, pêk hat. Ev modela nû ji bo sîstema keneşop û klasîk a hişmendiya desthilatê bû yekane alternatîfeke nû ya xwendina nifşên nû.

Aliyek şer û aliyek avakirin

Di pêvajo û qonaxên herî giran ên şoreş û ji nû ve avakirinê de, sîstema perwerdehiyê li Rojavayê Kurdistanê bû yek ji xalên herî esasî. Li aliyek şer li aliyek ji nû ve avakirin. Tevî hemû bêderfetî û êrîşên dagirkeriyê sîstema perwerdehiyê gavên mezin avêt û pêş ket. Ev modela nû ya perwerdeyê hem wext bû alternatîfa perwerdehiya sîstema li ser hişmendiya yekperestî û mêrsalarî civak nayê avakirin û nûjenkirin. Di nava vê sîstemê de hemû pêkhate dikare bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdehî bibîne. Sîstema perwerdê ya li ser esasê modela exlaqî û polîtîk a hemû pêkhate xwe li nav bibîne, bi kêfxweşî malbatan zarokên xwe şandin dibistanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Her ku gavên pîroz û pêşketin li dibistanan derketin, di serî de rejîma Baas û dîsa hinek aliyên li gor berjewendiya civaka xwe tevnagerin xwe li ber vê sîstemê derketin û dijberiya vê kirin. Van aliyên xêrnexwaz û naxwazin bi zimanê dayîkê perwerdehî bê dîtin, îdîa kirin ku wane netêrker in û mamoste nikarin zarokan perwerde bikin. Ji bo wê di serî de rejîm û ew alî tim ketin nava hewldanan ji bo têkbirina vê sîstema perwerdehiyê.

Qadên perwerdehiyê bûne navendên leşkeran

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran welatiyên Serêkaniyê û Girê Spî koçberî herêmên din bûn. Bi temamî sîstema perwerdehiyê ya li ser xetên sînor rawestiyan. Li Kantona Hesekê 500 dibistan xwedin lê sekinî. Ji ber êrîşan li gelek dibistan perwerde sekinîn û koçber lê hatin bicihkirin. Dibistanên li xetên sînor jî ketin bin dagirkeriyê û bûn navendên leşkeran û êşkenceyê. Qadên perwerdehiyê bûn baregehên leşkerî. Ji bo xwendekar ji sîstema perwerdehiyê ya sala nû 2021-2022’an bê par nemînin li Kampa Serêkaniyê ji bo koçberan dibistan hatin vekirin. Ev yek bi zora rejîmê diçe û tim ji bo vê sîstemê belav bike dikeve nava heldanan û fitneyê derdixe.

81 hezar û 805 xwendekar ji xwendinê bêpar mane

Bi êrîşên dijwar ên esmanî, hewan û topbaranê yên 19’ê Mijdara 2022’an dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî dayî destpêkirin, dibistan û gelek navendên jiyanî yên civakê bûn hedef û hatin rûxandin.

Li gorî daneyên Rêveberiya Dibistanan ya Kantona Hesekê li Hesekê bi giştî hezar û 82 dibistan hene û 81 hezar û 805 xwendekar ji hersê astan seretayî, navîn û amadeyî li xwe digire. Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji sala 2019’an ve 61 dibistan hatine dagirkirin û rûxandin, 3 hezar û 596 xwendekar jî ji xwendinê bêpar mane.

Tevî hemû êrîş û zehemtiyên jiyanî jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê israr e di sîstema xwendinê de, hemû derfet avakiriye ji bo perwerdehî bê kirin.