Li Îranê peywira ‘polîsên exlaq’ hat rawestandin
Li gorî daxuyaniya ku Serdozgeriya Giştî ya Îranê daye, peywira ‘polîsên exlaq’ li Îranê hatiye rawestandin.

Navenda Nûçeyan - Li paytexta Îran Tehranê Jîna Emînî bi hinceta ku serê xwe baş negirtiye û porê wê xuya bûye ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hatibû binçavkirin, ji ber îşkenceya lê hat kirin di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Jîna Emînî “Gaşte Erşad” yanî ‘polîsên exlaq’ bûn mijara nîqaşê û niha hat ragihandin ku peywira wan hatiye rawestandin.
‘Polîsên exlaqê’ ango Gaşte Erşad, bi salan e bi taybetî li dijî jinan bi îşkence, binçavkirin û girtina mirovan di bîra civakê de cihê xwe girtin. Agahiya têkildarî rawestandina peywira polîsên exlaq ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Îrnayê ve hat parvekirin.
‘Têkiliya wê bi darazê re tune ye’
Ji bo pirsa “çima peywira polîsên exlaq hat rawestandin” Serdozgerê Giştî yê Îranê Muhammed Cehfer Muntezrî got; “Tu têkiliya polîsên exlaq bi darazê re tune ye. Li heman cihî hatiye damezirandin û li heman cihî biryara girtina vê saziyê hatiye dayîn.”
Muhammed Cehfer Muntezrî, têkildarî çalakiyên şermezarkirinê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di civîna taybet a 1’ê Kanûnê de wiha gotibû: “Meclis û Lijneya Bilind a Şoreşa Îslamê li ser mijara sergirtinê hevdîtinê dikin. Dê di nava 15 rojan de encam diyar bibe.”
Her çendî bi navê “dewriyeyên polîsên exlaqê” bi format û awayên cuda di sala 2005’an de bi awayê resmî hatibe damezirandin jî ev hêz her dem li ser peywire bû.