Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
Bi sedan ji welatiyên kantona Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Jinên ku tevli meşê bûn teqez kirin ku ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

Kobanê – Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirk ve bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Herî dawî diyar bû ku CPT’yê di serdana Îmraliyê de hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nekiriye.
Di vê çarçoveyê de bi sedan ji welatiyên Kobanê, Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, ciwan û xwendekar di bin dirûşma "Bi ruhê gelê şoreşgerî em ê şoreşa xwe bi ser bixin û Rêber Apo azad bikin" meşiyan.
Gel ji qada Jina Azad bi hilgirtina posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û berzkirina dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" dest bi meşê kir û li taxa Kobaniya Nû rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn axivî û wiha got: "Di vê meşê de helwesta me ya herî mezin li hemberî rêxistina CPT ye. Wê rêxistinê eşkere kir ku wan serdana girtîgeha Îmraliyê kirine lê me heta niha tu agahiyên zelal der barê rewşa Rêber Apo de negirtine. Qaşo ev rêxistin parastina mafên girtiyan dike lê me heta niha tu xebatên di çarçoveya rêgezên wan de nedîtine. Ev rêxistin bi rengekî dirust kar nakin û xwedî li mafê mirovan dernakevin."
Jinên ku beşdarî meşê bibûn bertekên xwe yên li hember tecrîdê anîn ziman.
‘Hemê hêz û rêxistin li ser gelê kurd bûne yek’
Dîcle Mislim bal kişand li ser lihevkirinên ku li ser gelê Kurd tên kirin û wiha got: "Tevî ku êrîşên gelek dijwar li ser herêmên me ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin jî dîsa jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em li ser piyan in. CPT’ê ragihand ku serdana Îmraliyê kiriye lê diyar bû bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiye kirin. Ev yek lihevkirina vê rêxistinê û dewleta tirk a bi hev re nîşan dide. A niha hemû hêzan li ser gelê Kurd yekbûna xwe çêkirine, ji ber vê em ê weke Kurd xwedî li hev derkevin, Rêber Apo azad bikin û destkeftiyên xwe biparêzin. Em êdî di zanebûna tevahî planan de ne, ji ber ku em dikarin siyaseta li ser me tê meşandin şîrove bikin û li gorî vê jî xwe birêxistin bikin."
‘Rêber Apo di dil, ruh û mêjiyê me de dijî’
Fatma Ehmed destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze doza Rêber Apo bide jibîrkirin û got: "Armanca meşa me ya îro ji bo Rêber Apo ye. Lê em bi riya vê sekna xwe bi dehan peyamên berxwedan û têkoşînê didin. A niha li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran heye, Erdogan jî dixwaze bi van êrîşan doza Rêber Apo bide jibîrkirin. Lê em weke gelê Kurd û bi taybetî jî em dayik, Rêber Apo di dil, ruh û mêjiyê me de dijî. Doza serok Apo ya herî sereke ye di jiyana me de, ji bo vê jî dewleta tirk çi jî bike em ê ji bîr nekin ku serokê me di girtîgehê de dijî. Em silavên xwe ji Kobanê heta Îmraliyê dişînin û soz didin Rêber Apo, em ê ji bo azadiya wî ya fizîkî têbikoşin û hemû armancên wî bînin cih."