Nobeda Edaletê: Di 2024’an de emê tekoşîna xwe hê mezintir bikin

Jinên ku di Nobeta Edaletê de ne diyar kirin ku dê di sala nû de tekoşîna xwe hê mezintir bikin û bi gotina “Bila polîtikayên şer bi dawî bibe” daxwaz kirin ku gavên aştiyê were avêtin.

MEDÎNE MAMEDOĞLU

Amed – Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd reçareseriya siyasî " dest pê kir, dewam dike. Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmê girtiyan û saziyan ve bi armanca piştgirîdayîna greva birçîbûnê hatiye destpêkirin, dewam dike. Dayikên xizmên girtiyan, ku bi daxwaza rakirina tecrîdê û têkoşîna xwe ya ji bo vê yekê wê bikevin sala nû, diyar kirin ku ew ê di sala 2024’an de çalakiyên xwe berfirehtir bikin.

Jinên nobeda edaletê li avahiya navçeyê ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) a navçeya Rezan a Amedê digrin, banga rakirina tecrîdê û deng bidin girtigehan kirin. Jinan diyar kirin ku desthilatdarî kor û ker dilîze û diyar kirin ku divê aştiya civakî bi ser bikeve û dawî li polîtîkayên şer bê anîn.

‘Ji penûs û fikrê wî ditirsin’

Salîha Nakçi ya ku ji bo piştgirî bide dayikan ji navçeya Farqînê hatiye, daxwaz kir ku ev bê hiquqîya ku tê jiyîn tavilê dawî lê were û wiha pê de çû: “Ji bo rakirina tecrîtê em livir in. Em ji ber vê rewşê cîhan şermezar dikin. Îro birêz Abdulah Ocalan rehîn tê girtin. Ne tenê dewleta Tirk hemû dewletên cîhanê ji wî ditirsin. Ji wî, ji pênûsa wî û fikrî wî ditirsin. Dema em meyze dikin ew ne di girtigehê de girtiye, rehîn tê girtin. Ev tecrit li tu cîhanê de nîne. Dîvê tavîlî dev ji vê bêhihiquqiyê berdin. Ji bo ku ev daxwaza me bi cîh were em livir in. Ezê heya dilopek xwîna xwe ya dawî li pişt vê dozê bîm. Ez bi dehan caran hatim binçavkirin, îşkence dît, hatim derp kirin lê tu carî min gav paş de ne avêt. Piştî vê saetê jî ez nadeynîm. Ez hatim vir ji bo piştgiriyê bidim dayikan. Ezê her tim li gel wan û yên di girtigehan de ne bim.”

‘Em dev jî daxwazê xwe bernadin’

Bîrgul Gokalp diyar kir ku ew hem ji bo kurê xwe ê di girtigeha Erziromê de di grêva birçîbûnê de ye û hem jî ji bo hemû girtiyan piştgirî bide tevlî çalakiyê bûye û wiha gotinê xwe anî ser ziman: “Zarokên me di grêva birçîbûnê de ne, em jî li pişt zarokên xwe ne. Bila tecrîd were şikandin, edî bila tabut ji girtigehan dernekevin. Ez hemû girtiyan re û dayikan re serkeftinê dixwazim. Zarokên me tekoşînê didomînin , emê jî li derve di nav tekoşînê de bin. Em ne dev ji wan ne jî dev ji daxwazê xwe berdidin.Bila binpêkirinê mafan bi dawî bibe, bila tehliyekirina girtiyan neye astengkirin. Dema em îro meyze dikin ne li kolanan ne jî di girtîgehan de kes mafê xwe nikare bikar bîne. Beyî ku ev rewş xerabtir bibe divê em deng bidin vê pêvajoyê. Em dayîk heya ku bersivek bigrin emê livir bin. Em gavek paş de neavêjin.”

‘Em ê serbikevin’

Di dawî de jî Layîhe Arşîmet daxwazên xwe wiha anî ser ziman: “Kesên ku vîjdanê wan heye divê deng bide girtiyan. Kesên kul i girtigehan de û derve de li berxwe didin zarokên me ne. Girtî ne ji bo malbatên xwe ji bo hemû civakê ketin grêva birçîbûnê. Îro dayik ji bo aşitîyê berxwe didin. Em jî ji bo piştgiriyê hatin vir. Em azadî û aşitiyê dixwazin. Em dayikên Kurd şer û xwînê naxwazin. Em bi salan vê tiştê dibêjin. Em naxwazin kes zirarê bibîne. Dê helbet rojek zilm û zoriya wan xelas bibe. Rûxmê her tiştî emê serbikevin. Em ji vê bawer dikin û ji bo vê jî xebatên xwe bidamînin.”