Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 21 hezar û 978

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ya Filistînê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li Xezayê da di 86 rojan da hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 21 hezar û 978.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7'ê Cotmehê û vir ve hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 21 hezar û 978.  

Wezaretê her wiha diyar kir ku 57 hezar û 697 kes jî birîndar bûne.