Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej pêk hat

Li Japonyayê bi lerza 7,6an erdhejek pêk hat. Weşana giştî ya Japonyayê NHK diyar kir ku piştî erdhejê ji bo sê herêman hişyariya tsunamiyê hat dayîn

Navenda Nûçeyan- Weşana fermî ya Japonyayê NHK daxuyand ku li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej çêbû. Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin. 

Weşana fermî ya Japonyayê NHK daxuyand ku li navenda Japonyayê bi pileya 7.6 erdhejek çêbû. Piştî erdhejê Saziya Meteorolojiyê ya Japonyayê ji bo peravên rojaveyê herêmên Işikawa, Niigata û Toyamayê, hişyariya tsunamiyê kir.