‘Netewa demokratîk wê civakek azad ava bike’

Jinên li navçeya Til Rifet ku beşdarî hemleya xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin wiha dibêjin: “Projeya netewa demokratîk wê kapîtalîzm û desthilatdariyê bihelîne û civakek azad ava bike.”

HESNA MIHEMED

Şehba - Di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurdî re çareserî” Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Efrîn-Şehba hemleya xwendina pirtûk û manîfestoyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê dem dirêj li dar xistine. Hemu saziyên herêmê beşdarî hemleyê dibin û pirtûkan dixwînin. Kongra Star a navçeya Til Rifet jî di çarçoveya vê hemleyê de dest bi xwendina paraznameya sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sosyolojiya Azadiyê kirine. Meheke ku hemle destpêkirî û tê de 27 jin ji berdevk û endamên Kongreya Star a navçeyê amede ne û li ser mijara xwendina pirtûkan nîqaş û axaftin dikin. Piştî ku ev pirtûk qediya, ew ê dest bi xwendina pirtûkên din bikin.

Rêveber û berdevkên Kongra Star a navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê derbarê xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, ji ajansa me re axivîn û qala girîngiya xwendina manîfestoyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

‘Em li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber Apo xwe pêş dixin’

Rêvebera Kongra Star a Navçeya Til Rifet Naziliye Nûrî bal kişand ser girîngiya xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Me di bin sîwana kampanyaya xwendina pirtûkên Rêber Apo de dest bi hemleya xwe kir û em ê bi timî pirtûkên Rêber Apo bixwînin û di nava lêgerîna azadiyê de bin. Rêber Apo di pirtûkên xwe de girîngiya xwe rêxistinkirin, rêxistinkirina malbat û civakê tîne ziman. Rêber Apo bi taybet di cewherê pirtûkên xwe de bal kişand ser rola jinê ya di civakê de û azadiya wê ya rast. Ji ber vê yekê dijmin rojane tecrîda li ser Rêber Apo girantir dike, ji bo ku fikrê xwe di nav gel belav neke. Lê fikir û felsefeya Rêber Apo di dilê me de dijî û em li ser vê bingehê dixebitin. Li hemberî şerê taybet ê tê meşandin, divê hêza jinê xurttir be û xwedî îrade be. Tevî ku em bi êrişên dagirkeriyê re rû bi rû ne û metirsîdar in jî, em perwerdeyên xwe didomînin û teslîmî şer nabin. Ji ber ku me hêza xwe ji fikir û ramanên Rêber Apo girtiye. Dijmin bi dûrxistina me ji fikrê Rêber Apo dixwaze me tune bike, lê bila qet xeyala vê yekê neke.”

'Neteweya Demokratîk wê desthiladariyê bihelîne'

Rozerîn Omer a ku beşdarî hemleya pirtûkxwendinê dibe, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pirtûkên xwe gelek tiştên kêrhatî nîşanî me daye û wiha got: “Rêber Apo bi pirtûkên xwe rastiya kapîtalîzm, ol û siyasetê nîşanî me da. Perwerde di warê pêşxistina kesayetê de pir girîng û watedar e. Hêzên desthilatdar li ser zayend, werzîş û hunerê şerê taybet dimeşînin û daxwaz dikin ku civak bi van re rû bi rû bimîne û ji rastiya xwe dûr bikevin. Rêber Apo van dinirxîne û rastiyê eşkere dike. Rêber Apo li dijî kapîtalîzmê projeya Neteweya Demokratîk derxistiye pêş, divê ev desthilatdarî û kapîtalîzma ku cîhanê bi rêve dibe bê ruxandin. Di nava civakê de piraniya xwe jin xebat didin meşandin, ji bo vê yekê divê em xwe hîn zêdetir perwerde bikin û li ser bingeha Neteweya Demokratîk civakê ji nû ve ava bikin.”

‘Em ê her tim li ser xeta jina azad bimeşin’

Berdevka Kongra Star a navçeya Til Rifet Dilşan Şêxo, ku beşdarî perwerdeyê bû wiha got: “Xwendina fikrên Rêber Apo ji bo me pir girîng e û divê em xwe li ser fikrê azad perwerde bikin. Bi rêya xwendina pirtûkan em bêhtir fikrên Rêber Apo nasdikin û dinava civakê belav dikin. Em niha perwerdeyan dibînin, lê di pêşerojê de tiştên ku me ji van perwerdeyan hîn bûne, li nav civakê belav bikin û wan jî perwerde bikin. Em ê her tim xeta jina azad hilbijêrin û heya digihin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li ser vê xetê bimeşin. Em gelekî şanaz in ku bi fikrê Rêber Apo dijîn.”