Li Dêrikê cezayê darvekirina jinan a li Îranê hat şermezarkirin

Li Dêrikê cezayê darvekirinê ku rejîma Îranê li çalakvan Şerîfe Muhammedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî biriye bi daxuyaniyekê hat şermezar kirin û bang hat kirin ku li dijî cezayên darvekirinê helwest werin raberkirin.

Navenda Nûçeyan - Bi pêşengiya Kongra Star, bi dehan jinên bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê ya Herema Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li ber avahiya Kongra Star hatin gel hev. Jinan bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê ku rejîma Îranê li çalakvan Şerîfe Muhammedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî biriye, şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Hêvîn Hacî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cezayê darvekirinê yê li her du çalakvanan, beşek biçûk ji siyaseta çewsîner û binpêkirina mafan e ku rejîma Îranê pêk tîne.

‘Divê jin daxwaza maf û azadiya xwe bikin’

Herwiha di daxuyaniyê de kiryarên hikûmeta Îranê hatin şermezar kirin û wiha hat gotin: “Em bang li rêxistinên navneteweyî û tevahî saziyên mafên mirovan dikin ku cezayê darvekirinê yê li çalakvan Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn, demildest were rawestandin. Her wiha bang li tevahî jinan dikin ku li hemberî cezayên darvekirinê helwesta xwe nîşan bidin û daxwaza maf û azadiya xwe bikin.”