Ji YRJ û YRA daxuyaniya hevpar: Em ê bibin dengê Pexşan û Şerîfeyan

YRJ û YRA li dijî biryara Îranê ya darvekirina rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, daxuyaniyeke çapemeniyê dan û gotin: “Bi pênûs û kamerayên xwe em ê bibin dengê Pexşan û Şerîfeyan.”

Qamişlo – Rejima Îranê, ji bo rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfen Mihemedî cezaya darvekirinê da. Di heman demê de, piştî 227 rojan ji girtinê, edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistan PDK’ê ve cezaya girtîgehê ya 3 salan lê hat birîn. Li dijî kiryarên ku li ser rojnamevanên Kurd têne meşandin, Yekîtiya Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRJ) û Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi amadebûna bi dehan rojnamven daxuyaniyeke çapemeniyê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.

Daxuyanî ji aliyê rojnamevan û di heman demê de Endama Desteya Rêvebir a YRJ’ê Newroz Demhat ve hat xwendin, naveroka wê jî wiha bû:

‘Bi darvekirinê jî wê nikaribin pêşî li daxwazên azadiyê bigrin’

“Em weke hempîşeyên wan vê biryara rejîma qirker ya Îranê û biryara dadgehên PDK’ê ya noker ku 3 sal hikûmdayîna Silêman Ehmed şermezar dikin. Rêjîma dagirker û qirker ya Îranê bi polîtîkayê darvekirinê hewil dide çavên jin û gelên azadîxwaz, hêz û kesayetê mixalif bitirsîne. Dixwaze pêşî li daxwazên azadiyê yên gelan û jinan bigre. Rejîma Îranê ya ku li ser bingeha olperestî, mezhepperestî û mêrperestiyê şekil girtiye. Ev biryar zext û çewisandinekê li ser azadî û hebûna jinan çêdike û mafên wan jî binpê dike. Rejima Îranê li ser nasnameya jinan re êrîş biriye li  ser hemû rengên jiyanê. Herî zêde jî bi kiryarên darvekirinê hewil daye ku hêviyên jiyana azad bikuje û bi vî rengî civakekî bê vîn û ya ku xwe radestî mirinê kiriye ava bikin.

‘Wê ev rejîm mehkûmê têkçûnê be’

Rexmî van kiryar û polîtîkayan jî, lêbelê bi pêşengiya jinan berxwedaneke bê hempa hatiye meşandin.   Jin û gelan bi vîna xwe nîşan dane ev pergala mêrperest ku hebûna xwe dispêre qirkirin û çewsandinê wê bi ti awayî neyê pejirandin û bi têkoşîna vî rihê berxwedêr jî wê ev rejîm mehkûmê têkçûnê be. Ezmûnên dîrokî di her derfetekê de nîşan dane ku ya daîm ne zilma rejîmên qirker e, li hember wê berxwedana azadiyê ye.

Bi vê zanistê gelên azadîxwaz jî têkoşîna xwe li ser azadiya jinê re  îfade û şênber dikin. Bi zanista ku heta jin azad nebe civak û gelên bindest azad nabin, guliyên jinan ên hunandî ji berxwedana xwe re kirin sembol û daxwazên xwe yên azadiyê bi dirûşmeya‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan. Ev rihê berxwedêr yê ku bi raperîna ‘Jin Jiyan Azadî’ şênber bûyî li hemû cîhanê deng veda û ji bo pergala mêrsalar, zayendperest û olperest ya Îranê bû tirsa herî mezin.

‘Bi milyonan Jîna Emînî vejîn dibin’

Ji ber vê tirsa mirinê; Rejîma Îranê biryara darvekirinê ji bo çalakvanên raperînê dide. Bêguman gelên azadîxwaz bi kuştin, girtin û darvekirinê xilas nabin. Bi azweriya azadiyê li ber darvekirinê jî, têkoşîna jiyana azad mezin dikin .Bi sekna berxwedê rnîşan didin ku Rêjima sêdarê JînaEmîniyek qetilkiribe jî,wê bimilyonan Jîna vejîn bin.

Hevrêya me Rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û ŞerîfeMihemedî ew du jinên ku rejîmaÎranê cezayê darvekirinê li wan birîne. Em piştgiriyê didi  mafên her zindiyekî azadiyê. Ji ber em bi wê bawerin ku daxwaza azadiyê mafê her kesî ye. Hevalê me Silêman Ehmed jî bi destê îxanetkaran PDK’ê hate girtin û  herî dawî bi cezaya 3 salan hate dadgehkirin.

‘Em ê bibin dengê dîlgirtên azadiyê’

Weke hempîşeyên wan ji bo biryara darvekirinê û zextên PDK’ê yên li ser hempîşeyê xwe di rojevê de bihêlin û bi vî rengî bala civaka navdewletî bikşînin ser kiryarên hovane yên RejîmaÎranê û PDK’ê yên li ser çapemeniyê. Em carekî biryardariyaxwe nîşan didin ku em ê  kar û xebatên xwe hîn mezintir bikin. Em ê piştgirî bidin hemû hewildanên eşkerekirina kiryarên vê rejima zordest û em ê bi weşangeriyek bibandortir xiyaneta PDK’ê ji raya giştî ya Kurdistanî û cihanî re nîşan bidin. 

Bang ji bo aliyên bepirsyar

Bi pênûs û kamerayên xwe bibin dengê Pexşan û Şerîfe, Silêman Ehmed û hemû dîlgirtên azadiyê. Heya azadiya jin û hemû gelên bindest misoger bibe û li Kurdistanê xeta xiyanetkar nemîne em ê têbikoşin. Bi vê boneyê em di serî de bang li rejîma Îranê dikin ku ji vê biryara xwe vegere. Dîsa bang li hemû civaka navdewletî, rêxistinên jinan û saziyên parastina mafên mirovan dikin da ku xwedî li daxwazên azadiyê yên jinan derbikevin û piştgirî bidin dildarên azadiyê. Her wiha, em bang  li çapemeniya demokratîk, azadîxwaz û muxalif ya cihanî dikin bi weşangeriya xwe bibin dengê van girtiyên azadiyê ku li ber darvekirinê ne. Em di wê baweriyê de ne ku bi piştevaniyeke bi hêz, bi bandoriya çapeminiyê em ê karibin vê rejima zordest ji biryara darvekirinê dane, paşde vegirîn.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.