‘Hunera gelan berî we hebû, dê piştî we jî hebe’

Însiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê, binçavkirinên kesên ku bi stranên Kurdî govendê girtine şermezarkir û got: “Mirovan rehet berdin. Bila bi serbestî stranên xwe bêjin û bireqisin.”

Navenda Nûçeyan - Însiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê têkildarî kesên li gel stranên Kurdî govend gerandine û hatine binçavkirin daxuyaniya nivîskî da.

Înîsiyatîfê diyar kir her mirov azad e ku bi zimanê xwe yê zikmakî stranan bibêje û bireqise û got: “Kirariyên qanûnî li muzîkjenên stranên bi Kurdî distrên, yên li gel van stranan govendê digerînin û cilên herêmî li xwe dikin, dikin. Ev hemû bi giliya hin kesan çêdibin. Tê bejî qey komîsyonekî govendan li welat heye, kê di kîjan zimanî de çi guhdar dike, bi kîjan stranan ve govendê digerînin diyar dikin. Di nûçeyan de tê gotin ku stranên siyasî tên gotin, wekî her carê tê kirin mafê mirovan ê herî xwezayî dixin bin gumanan û zextê didin meşandin. Stirîna stranên Kurdî û gerandina govendê ne sûc e û mirovan neçar dihêlin ku daxuyaniyan bidin û bêjin ev tişt ne sûc in. Dişibin mirovên ku her peyvekî Erebî wekî olî dihesibînin. Li ku derê dîmenên bi Kurdî bibînin tenê ‘teror’ tê hişê wan.”

‘Hunera gelan dê piştî we jî hebe’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên stranan dibêjin û govendê digerînin bi “terorê” tên sûcdarkirin û ev tişt hatin gotin: “Dema lijneya govendê ava dikin ma qey dê bi serlêdana nivîskî serî li amîrê mulkî bidin û stranên wê derê tên gotin bên kontrolkirin. Yan jî ma dê ji bo lorîna ser cenazeyan tê kirin ji Midûriyeta Goristanan destûr were xwestin? Mirovan rehet berdin. Bila bi serbestî stranên xwe bêjin û bireqisin. Dest ji feraseta xwe ya ku her tiştekî wek “xeternak” dibînin û ji zincîrên xwe li stûyê mirovan kirinê, berdin. Li vî welatî bi her awayî peyva terorê hate bikaranîn. Ji sê paran yek welatî, bi terorê re hate eleqedarkirin. Dê govend jî bên gerandin, stran jî bên strîn, çawa ku hunera gelan berî we hebû, dê piştî we jî hebe.”