Namzeda Partiya Çepa a Kesk Kezban Konukçu û 15 karker hatin binçavkirin

Di çalakiya karkerên înşaetê yên ku mûçeyên xwe negirtine, namzeda Partiya Çepa Kesk Kezban Konukçu û 15 karker hatin derbkirin û binçavkirin.

Naveda Nûçeyan- Karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Rê û Înşaet û Avahiya Şoreşger (DEV-YAP) ên li şantiyeya Navenda Fînansê ya li Ateşehîra Stenbolê dixebitin ji ber ku du meh in mehaneya xwe negirtine çalakiya protestoyî li dar xistin.

Karkerên ku li ber Emlak Konut (GYO) çalakî li dar xistini namzeda parlamenteriyê ya Partiya Çepa Kesk a Stenbolê Kezban Konukçu jî piştgirî da wan.

Karker bi berzkirina dirûşmên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Karkerên Înşaetê ne kole ne” meşiyan û polîsan li derdora Emlak Konut (GYO) karker dorpêç kirin. Polîsan êrîşî karkeran kir û 15 karker û Kezban Konukçu derb kirin û girtin bin çavan.