Nameya girtiyên jin ên li Îranê ji girtîgehê derketin

Nêzî hezar girtiyên jin ên siyasî yên ji Girtîgeha Karçak a Îranê hatin berdan, daxwaza berdana Şehrazat Buraga kirin.

Navenda Nûçeyan – Nêzî hezar girtiyên jin ên siyasî yên ji Girtîgeha Karçakê ya Îranê hatin berdan, der barê girtiya Şehrazat Buraga de ji midûriyeta girtîgehê re nameyek nivîsandin. Di nameyê de hat xwestin ku Şehrazat Buraga bê berdan.

Di nameya ku di 19'ê Sibatê de ji Girtîgeha Karçakê re hat şandin de ev tişt hatin gotin:

“Her kesê ku rojekê li 8’emîn qawîşa Girtîgeha Karçakê dimîne Şeherazade Buraga nas dike. Şehrazat Buraga hevalek e ku alîkariya girtiyan dike ku van rojên dijwar derbas bikin. Kesekî saetek jî di Girtîgeha Karçakê de bimîne dibe şahidê rastbûn, dilovanî û mirovatiya wî. Ev name bi îmzeya nêzî hezar girtiyên jin ên beşdarî serhildana gel bûne û ji Girtîgeha Karçakê hatine berdan, hatiye îmzekirin.”