EŞÎK: Bila tavilê lêpirsîn bê destpêkirin
EŞÎK’ê destnîşan kir ku li dijî li weqfên olî bi cihkirina zarokên mexdûrên erdhejê divê tavilê lêpirsîn derbarê Wezareta Karê Diyanetê û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî bê vekirin.
Navenda Nûçeyan – Piştî erdheja navend Mereşê, di binpêkirinên mafên mirovî de zêdebûn tê dîtin. Piştî belavbûna agahiyên ku di navbera 20 û 60’an de zarokên mexdûrên erdhejê li yûrdên ÎHH hatine bi cihkirin, bertek dereng neketin. Platforma Jin a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) da xuyakirin ku di serî de li Wezareta Karê Diyanetê û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî divê tavilê derbarê hemu kes û saziyên berpirsiyar de li dijî wendabûna zarokên ku di erdhejê de bê kes mane û hê negihane xizmên xwe lêpirsîn bê destpêkirin.
‘Em nikarin zarokan radest bikin’
EŞÎK’ê di daxuyaniya xwe de ev yek pirsî “Bi awayekê ne zelal çend zarokan şandin saziyên ji derveyî dewletê? Dê wezaret li ser vê rewşê çi bike?” û erka Wezaretê bi bîra wan xist.
Di daxuyaniyê de wiha gotin:
“Diyaneta ku adeta veguheriye avahiya dewletê, hewl dide dewletê ber bi pergala hiquqî ya dû alî ve bikşîne. Erdhej tenê hin bajar, hîn hemwelatî û hîn zarokan bandor nekir. Erdhej bû sedem ku desthilata ev bîst sal e naveroka dewletê vala dike, li ser hemu welêt hilweşe. Ji xeynî xwedî derketina li hiqûqê, mezinkirina piştevaniya civakî û têkoşîna hevpar tu riyek me nîn e.”