Malbata Şenyaşar di roja 700’emîn de dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir

Emînê Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ku ji ber erdhejên di 6’ê Şibatê de navenda wan Mereşê qewimî di roja 700’emîn de navber dabû Nobeda Edaletê, îro dîsa da dest pê kirin.

Riha -  Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 700’emîn de ye. Malbata Şenyaşar ku ji ber erdhejê di roja 700’emîn de navber dabû çalakiya xwe, îro dîsa hate ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kirin.

‘Me hewl da birînên mexdûrên erdhejê derman bikin’

Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar diyar kir ku ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re navber dabûn çalakiya xwe û wiha got: “6’ê sibatê di roja 700'emîn a Nobeda Edaletê de li welatê me karesateke mezin çêbû. Di demekê ku gelek kes di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê bûn, bo me exlaqî nehat ku nobetê bidomînin. Lewma me 15 roj navber da û bi qasî ji destê dihat, me hewl da birînên mexdûrên erdhejê derman bikin.”

‘Hêj edalet pêk nehatiye’

Ferît Şenyaşar di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku daxwazên wan hêjta nehatine qebûlkirin lewma nobeta xwe didomînin û wiha got: “Li nexweşxaneyê 3 endamên malbata me hatin qetilkirin. Birayekî min hêj di girtîgehê de ye. Serokkomar jî di nav de her kes dizane ku ev yek bêhiqûqtî ye. Lê belê ji ber ku wekîlê partiya desthilatdariyê ev komkujî kiriye, hêj edalet pêk nehatiye. Heta edalet pêk tê jî em ê çalakiya xwe ya li pêşiya edliyeyê bidomînin.”

‘Hikûmet çima van kesan ceza nake’

 Piştre dayika Emîne Şenyaşar jî di çalakiyê axivî û destpêke ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir û wiha got: “Heta kurê min neyê berdan em ê nobeta xwe bidawî nekin. Ji malbata me sê kes kuştin lê ev kes bi rehetî digerin. Ew desthilatdarî zilme li me dike. Edî bes e. Bila kesên sûcê wan tune bên berdan. Bila zarokê min jî berdin. Ev 5 sal in zarokê min di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Hem mirovan dikujin, hem jî bi navê wekîltiyê li bajar digerin. Hikûmet çima van kesan ceza nake?”