NADA li dijî êrişan daxuyanî da: Divê hesab bê pirsîn

Tifaqa Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê (NADA) bi daxuyaniyejê niviskî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan – Tifaqa Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê (NADA) derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyekê niviskî weşand. NADA’yê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku li dijî gelên heremê sûcên şer tê kirin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku êrişên çi li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê an Filistînê an deverên din bin bi dawî bikin, hesab ji sûcdaran bipirsin.

Binesazî tên hedefgirtin

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve binesaziyê, mirov, kevir û daran dike hedef. Di daxuyaniya NADA’yê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku dewleta Tirk a dagirker di Mijdara par de mîna van êrişan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  pêk anîbû û navendên mirovahiyê, nuqteyên tenduritiyê û saziyên xizmetguzarî, perwerde û petrolê dike hedef. NADA diyar kir ku  dewleta Tirk bi van êrişan armanc dike herêmê ji niştecihên wê vala bike da ku demografiyayê wê biguhere û îstiqrara wê xirab bike.

Rêxistinên navnetewî yên têkildar bêdeng in

Di daxuyaniyê de behsa bêdengiya cîhanê ya li hemberî van êrişan jî hate kirin û hate gotin, ev binpêkirinên domdar li pêşiya çavê tevahî cîhanê tên kirin, lê rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî yên têkildar bêdeng in.

Hevbendiya NADA berxwedana gelê Filistînê silav kir û piştgiriya xwe pê re nîşan da. NADA êrişên dewleta Tirk a dagirker, hedefkirina binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan şermezar kirin û got: "Em dibînin ev êriş dikevin çarçoveya sûcên şer û sûcên dermirovî û li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî ne."

‘Divê hesab bê pirsîn’

Hevendiya NADA di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku êrişên çi li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê an Filistînê an deverên din bin bi dawî bikin, hesab ji sûcdaran bipirsin.