MKG destek da jinên rojnamevan
MKG'ê, derbarê gefên li dijî rojnamevanan daxuyanî da û got: “Ne gef û ne jî doz nikarin vê îradeyê bişkînin."

Amed – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) derbarê peyamên gefxwarinê yên didemên dawîn de ku ji ber nûçeyên rojnamevanan çêkirine li wan hatine xwarin daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku li ber Komeleya MKG hate dayîn de, endamên Komeleya Rojnamegeran a Dicle Fırat (DFG), Komeleya Jinan a Rosa, Platforma Jinan a Dicle Amed, Baroya Amed û gelek rojnameger ameda bûn.
Metna daxuyaniyê ya bi kurdî ji hêla Seroka MKG Roza Metina ve hate xwendin û ya Tirkî jî ji hêla endama MKG Semra Turan ve hate xwendin.
‘Armanc bêdengkirina xeta azadiya çapemeniyê ye’
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser sedemên hedefgirtina jinên Rojnamevan û wiha hate gotin: “Kevneşopiya çapemeniya azad cureyekî rojnamegeriyê ye. Kevneşopiya çapemeniya azad mafê raya giştî yê agahdarkirinê diparêze û rastiyê bi perspektîfa civakê radigihîne, ne bi perspektîfa desthilatê. Rojnamevanên jin, wekî hêmanên herî dînamîk ên vê kevneşopiyê, ne tenê rastiyê eşkere dikin, di heman demê de mafê jiyanê yê jin û zarokan jî diparêzin. Îro, gef, lêpirsîn û dozên ku rojnamevanên jin hedef digirin vê kevneşopiyê hedef digirin.
Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), em dizanin ev êrîş ne tesadufî ne: Armanca wan bêdengkirina lêgerîna jinan a ji bo rastiyê û çapemeniya azad e. Çapemeniya azad jî bîra kolektîf ava dike. Lê em li vir diyar dikin: Ne gef û ne jî doz dê vê îradeyê nikaribe bişkîne.
‘Gavek bi bandor nehate avêtin’
Nimûneya herî dawî ya van êrîşan gefa kuştinê ya li nûçegihana JINNEWS'ê Şehrîban Aslan, hatiye xwarine. Piştî nûçeya 20'ê Hezîranê ya bi sernavê 'Malbata ku zarokên wan hatine revandin: Ewlekariya me ya jiyanê tune ye', wêneyên Şehrîban Aslan, ji aliyê bersûcê bi navê Zulfî Şakar ê navê wî di nûçeyê derbas dibû, li ser medyaya dîjîtal belav bûn. Zulfî Şakar di heman demê de gefa kuştinê li Şehrîban Aslan xwaribû.
Şehrîban Aslan bi gotinên 'Ez ê serê wê ji laşê wê jê bikim, ez dizanim ajans li ku ye' hedef hat girtin.
Şehrîban Aslan, ligel parêzerê xwe, gilînameyek pêşkêş kirin û daxwaza girtina sûcdar kirin. Tevî vê yekê jî, heta niha li dijî sûcdar ti tedbîrek bi bandor nehatiye girtin. Siyaseta bêcezatiyê dibe sedema zêdebûna êrîşên li dijî rojnamegeran.
Şahidiya Oznûr Deger û Zeynep Dûrgût
Rêvebira Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger piştî weşandina nûçeyek bi sernavê 'Çeteya şantajê ya li Wanê: Ozcan Pûlat kî ye? ' di 29'ê Cotmeha 2024'an de gef lê hat xwarin, daneyên wê yên kesane hatin bidestxistin û şantaj lê hat kirin. Dozgeriyê ji ber 'gefên li dijî jinan' doz li bersûc vekir. Oznûr Deger tawîzê nade û têkoşîna xwe ya zagonî didomîne da ku êrîşên li dijî rojnamegerên jin bê ceza nemînin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût ji ber nûçeya xwe ya li ser şebekeyeke fihûşê ya li Şirnexê ya di sala 2013'an de bi tohmeta 'belavkirina agahiyên şaş' ji bo îfadeyê, gazî wê hat kirin. Zeynep Dûrgût diyar kir ku wê nûçeya xwe li ser îdianameya fermî ava kiriye û hem xebata xwe ya rojnamegeriyê û hem jî mafê raya giştî yê zanîna rastiyê parast. Di vê heyamê de, ji aliyê şebekeyê ve gef lê hat xwarin û Zeynep Dûrgût sûcdar û xizmên wî gilî kir.
Rojnamegeriya ku ji hêla van hersê rojnamevanên jin ve tê kirin ne tenê ragihandina nûçeyan e, lê di heman demê de şahidiya rastiyên civakî dike, daxwaza edaletê bilind dike û kevneşopiya çapemeniya azad didomîne.
‘Em kevneşopiya Çapemeniya Azad diparêzin’
Çapemeniya azad wijdanê gel e, ne yê dethilatan e. Rojnamevan dengê vî wijdanî ne. Her êrîşek li dijî wan, êrîşek li ser mafê gel ê agahdarkirinê ye. Em, rojnamevan, li hember van êrîşan bêdeng namînin; em ê berdewam bikin ku rastiyê binivîsin, rastiyê biparêzin û bîra civakî ava bikin.
Banga hevgirtinê
Wekî MKG'ê, em diyar dikin em ê gef, lêpirsîn û dozên li dijî hemû rojnamevanan bişopînin. Em ê ji bo bidawîkirina siyaseta bêcezatiyê û bidawîkirina krîmînalîzekirina rojnamegeriyê têbikoşin.
Em bang li raya giştî, rêxistinên jinan, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin ku hevgirtina xwe zêde bikin. Em dubare dikin: Kevneşopiya me ya çapemeniya azad nayê bêdengkirin û rojnamegeriya jinan nayê tunekirin.”