Komîsyona Meclisê cara 12’yemîn civiya

Civîna 12’an a Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisa Tirkiyeyê bi dawî bû. Tê payin ku komîsyon hefteya bê li saziyên jin û ciwanan guhdarî bike, lê nehat diyarkirin dê kengî û kîjan saetê be.

Enqere – Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisa Tirkiyeyê hatibû avakirin, civîna xwe ya 12'an li dar xist.

Komîsyon di rûniştina yekem a civînê de Navenda Lêkolîna Aborî û Siyasî (SETA), Navenda Lêkolînên Civakî ya Dicleyê (DÎTAM), Lêkolîna Rawest, Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) û Weqfa Lêkolîn Perwerde û Çandê ya Ekopolîtîk (EKEAV) guhdar kir. Di rûniştina duyem de jî Enstîtuya Enqereyê, Navenda Lêkolînên Saha Sosyo-Siyasî (SAHAM), Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aborî ya Tirkiyeyê (TEPAV)Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) û Lêkolîn, Perwerde û Şewirmendî ya GENAR'ê hatin guhdarîkirin.

Piştî guhdarkirinê Serokê Meclise Numan Kûrtûlmûş axivî. Numan Kûrtûlmûş, bi lêv kir ku ew di wê heviyê de ne ku ew ê zûtir xebatên li ser pêşnûmaya qanûnî bi raporên xurt pêşkeşî Lîjneya Giştî ya meclisê bikin û raporeke xurt ji bo hêviyên der barê rêziknameyên qanûnî, rêziknameyên din, demokratîkbûn û serdestiya hiqûqê de pêk bînin.

Numan Kûrtûlmûş, destnîşan kir ku şîroveyên wekî “Yek ji hêviyên herî bingehîn ên welatiyên me yên kurd ji holê rakirina her dudiliyek der barê nasnameya kurdî de ye” jî derketine holê û got: “Em dizanin ku kurd xwedî asteke pir bilind a hesta aîdiyeta Tirkiyeyê ne. Ev misogeriya me ya herî mezin e. Divê li ser avakirina pêşerojek bihêz a bi hev re ji bo tirk, kurd, ereb, êzidî, sunnî, şîe û elewiyan li hemû welatên herêmê bisekinin. Em dikarin analîzên dîrokî bikin. Em di lîsteya guhdarkirinê de ber bi bi dawîbûnê diçin. Heke pêşniyarên nû hebin, em ê wan binirxînin. Lê wekî ku min got, em ê di dawiyê de van temam bikin û bi îzna Xwedê, pêşniyaza xwe pêşkêşî meclisê bikin.”

Tê payin ku komîsyon hefteya bê guh li saziyên jin û ciwanan bike, lê nehat diyarkirin dê kengî û kîjan saetê be.