Li Xezayê di 24 seatên dawî de 37 kes jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ragihand ku di 24 saetên dawî de 37 mirî û 175 birîndar gihîştine nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê.

Navenda Nûçeyan – Di êrîşên ku Îsraîl ji 7’ê Çileya 2023’an ve li Zîvala Xezayê da destpêkirin de, hejmara kesên ku jiyanê ji dest didin roj bi roj zêdetir dibe. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ragihandin ku di 24 saetên dawî de 37 mirî û 175 birîndar gihîştine nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê.
Di êrîşên ku Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li Zîvala Xezayê heya niha didomîne de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 65 hezar û 419 kesan, hejmara birîndaran jî gihîşt 167 hezar û 160 kesan.
‘4 hezar zarok hatin amputê kirin’
Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) Philippe Lazzarini, diyar kir ku Xeza ji şeva borî û vir ve yek ji rojên xwe yên herî dijwar dijî û geleke zarok di êrîşên Îsraîlê de hatine qetilkirin an jî birîndar bûne.
Philippe Lazzarini, destnîşan kir ku ji destpêka êrîşên Îsraîlê ya ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Xezayê nêzî 4 hezar zarok hatine ampute kirin û Xezaya li gorî nifûsa xwe, di cîhanê de xwedî hejmara herî zêde ya zarokên amputê ye.
‘900 hezar Filistînî koçberiya bi darê zorê red dikin’
Ofîsa medyayê ya hikûmeta Xezayê, daxuyaniyek nivîskî weşand û têkildarî rewşê agahiyan parvekir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku rûxmê bombebarana bênavber û qirkirina Îsraîlê ku beşek ji sûcê koçberiya bi zorê ye û hiqûq û peymanên navneteweyî binpê dike, zêdetirî 900 hezar Filistînî bi biryardarî li bajarê Xezayê û bakurê Xezayê dimînin û koçberkirina bi darê zorê ya ber bi başur ve red dikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin hejmara kesên ku di nava 3 rojên dawî de neçar mane ji Xezayê derbikevin, gihişt 60 hezar kes.