Metirsiya li ser jiyana zarokan dewleta Tirk e

Dayika Kewser El- Necres a di êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de birîdar bûbû, Seda Siûd xwest dewleta Tirk ji sûcên şer ên li dijî sivîl û zarokan pêk tîne, hesab bide.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Bi taybetî di van salên dawî de Tirkiyeyê êrîş û rêbazên xwe li dijî gel berfirehtir kiriye û riyeke din girtiye, ew jî şerê balafirên keşfê ye ku bûye rêbazeke sar û hêdî ya kuştinê. Komeleya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê amarên êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên keşfê yên bê mirov ji dîroka 2’ê Çileya Paşî ya 2023’an ta 23’ê Tebaxa 2023’an eşkere kir. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê di nav 8 mehan de 33 êrîş pêk hatine. Di encama van êrîşan de 39 kes hatine kuştin di nav de: 2 jin, 4 şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ, zarokek, 5 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê û leşkerekî hikûmeta Şamê. Her wiha di encamê de 50 kes birîndar bûn di nav wan de 2 jin, 3 zarok, 2 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê û 11 leşkerên hikûmeta Şamê hene.

Kewser El-Necres a 11 salî bi êrişên dewleta Tirk birîndar bû

Di ronahiya qîrîn û êşên jin û zarokan de ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabûne, cîhan li hemberî sûcên dewleta Tirk û kiryarên ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, bêdeng û kor e. Di 9’ê Tebaxa 2022’an de dewleta Tirk êrîşek bi topeke hawanê ser gundê Til Şeyîr ê girêdayî bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Di encama wê êrîşê de Kewser El-Necres a 11 salî li gel du xwişkên xwe bi giranî ji lingê xwe birîndar bû heta roja îro nikare li ser piyê xwe bisekine.

Kewser El- Necres ji gundê Fistat e, ev gund dikeve ser sînorê navbera Rojava û Şengalê û girêdayî navçeya Til Hemîs ê girêdayî kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Malbata Kewser malbateke feqîr e, gund bi gund digerin û bi karê di nav erdên çandiniyê de debara xwe dikin.

‘Sê keçên min birîndar bûn’

Dayika Kewser Seda Siûd dibêje ku dema wan li gundê Til Şeyîr ê li ser xeta sînor a di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li çandiniyê de dixebitîn, rastî êrîşeke dewleta Tirk hatin û wiha pê de çû: “Em ji gundewrên Til Hemîs in. Du sal berê em hatin gundê Til Şeyîr ji bo karê çandiniyê, ji bo pariyê nanê xwe, ji bo debara jiyanê. Dema ku em li pêşiya mala xwe rûniştî bûn, dema ku keçikên min berê xwe didan kar, Erdogan êrîşî me kir bi topeke hawanê. Sê keçên min derbe xwarin, yek ji wan 13 salî bû, derbe ji kêleka xwe xwar. Lê Kewser dema ku bi giranî ji lingê xwe ve birîndar bû temenê wê 10 salî bû.”

‘Kewser nikarê li ser piyên xwe bimeşr û bi kabûsên wê êrîşê diheje’

Seda Siûd da zanîn ku keça wê ta roja îro nikarê ser piyê xwe bimeşê, ji ber kabûsên wê êrîşê xew bi çavên wê nakevin û wiha dewam kir: “Ji roja ku êrîş pêk hat û ta roja îro Kewser nikare xew bike, bi kabûsên wê êrîşê diheje. Bi dermanan ancax bikaribe razê, tirs ketiye dilê wê. Keçika min digirî û dibêje ez nikarim razêm. Dibêje her ku ez radizêm; hîs dikim ku lingê min hatiye jêkirin. Hestiyê lingê wê hûr bû. Heta roja îro Kewser nikare li ser piyên xwe bimeşe. Mehek berê me sîx ji lingê wê derxist. Niha em ê dest bi dermankirina fizîkî bikin belkî bikaribe li ser piyên xwe bimeşe. Her wiha pêdiviya lingê wê bi emeliyata dirêjkirinê heye. Heyva Sor a Kurd dem bi dem rewşa Kewser dişopand û pir bi me re bûn alîkar.”

‘Divê dewleta Tirk hesab bide’

Seda Siûd daxwaza mafê keça xwe dike ku dewleta Tirk a ku sivîl û zarokên bêguneh dike armanc û wiha bi dawî kir: “Divê dewleta Tirk hesab bide. Her kesê ku sivîlan dike armanc divê bê cezakirin. Çi sûcê sivîl û karkeran e, çima tên armancgirtin û topbarkirin di malên xwe de?. Di heman demê de ez hêvî dikim ku hîn bêtir alîkarî ji bo Kewser bê pêşkêşkirin ji bo ku di zûtirîn dem de li ser piyê xwe bisekine û baş bibe.”

‘Kewser ne ya yekem e’

Rêvebera Heyva Sor a Kurd a Navçeya Girê Spî- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hind Osman têkildarî rewşa Kewser el Necres ev nirxandin kir: “Dema ku  dewleta Tirk êrîş li ser mala Kewser pêk anî, me wekî Heyva Sor a Kurd rewşa wê yek bi yek dişopand. Ji ber rêya dirêj û derfetê malbata feqîr ên kêm, zehmetî dihatin kişandin ji bo çûn û hatinê û dermankirinê. Ji ber vê yekê me her du rojan berê xwe dida gund û em ji bo dermankirina Kewser bûn alîkar. Lingê Kewser ê çepê zirarek mezin dît, 10 cm ji hestiyê ling wê hûr bû û ta salekê jî sîx ji lingê wê re hat siwarkirin. Bê guman Kewser ne ya yekem e ku di encama êrîşên Tirkiyê de birîndar dibe. bi dehan rewşên wiha ser me ve tên û bê navber. Piraniya rewşên ku ji encamê dijmin in ku Heyva Sor a Kurd wan dişopîne û li ser disekine; jin û zarok in.”

‘Beşa pispor di dermankirina fizîkî û derûnî de’

Hind Osman bal kişand ser xebatên Heyva Sor a Kurd, bi taybetî di warê dermankirina fizîkî û derûnî  de ji rewşên wekî rewşa Kewser û wiha bi dawî kir: “Ji bilî zirarên bedenî yên ku çêdibin di encama êrîşên bi vî rengî de, zirareke derûnî ya mezin çêdibe li ser zarok û mezinan jî. Heyva Sor berî her tiştî karekî mirovî dike û ji bo van rewşan û hemû rewşên din jî kar û xebat dide meşandin. Weke ku hat xuyakirin Kewser gelek zirareke derûnî dîtiye. Di Heyva Sor a Kurd de beşek pispor a dermankirina fîzîkî û derûnî heye. Ev beş beşekî belaş e û di xizmeta gel de ye.”