Li Efganîstanê di erdheja ku pêk hat de 2 hezar û 53 kes mirin

Hat diyarkirin ku di erdheja ku li eyaleta Herat a Efganîstanê pêk hat de 2 hezar û 53 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 hezar û 240 kes birîndar bûn û bi hezaran kes jî di bin xirbeyan de man.

Navenda Nûçeyan - Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) duh saet 11:00’ê pê ve li parêzgeha Herat a dikeve rojavayê Efganîstanê li ser sînorê Îranê bi lerza 6.3, 5.5, 4.7, 6.3, 5.9, 4.6 û 4.8 û piştre jî 4.9 gelek erdhej li pey hev rû dan.

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku di erdheja parêzgeha Heratê de heta niha 2 hezar û 53 kes mirine û 9 hezar û 240 kes  birîndar bûne. Çavkaniyên herêmî beriya niha ragihandibûn ku hêjmara miriyan 120 û hêjmara windayan jî ji hezarî zêdetir e.

Bi hezaran mirov dibin xirbeyan de ne       

Hat diyarkirin ku li eyaleta ku tê texmînkirin 1,9 milyon kes lê dijîn gelek avahî xira bûne û hinek jî di bin xirbeyan de mane. Hate zanîn ku li welatê ku 7 gundên wê xisareke mezin dîtine, herî zêde windabûna agahî ji navçeya Zîndajanê hatine. Hat diyarkirin ku nêzî hezar û 200 malbat hîna jî di bin xirbeyan de ne û xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li herêmên ku ji erdhejê zerer dîtine dewam dikin.

Tu alîkarî negihişt mexdûrên erdhejê

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku heta niha ji bo mexdûrên erdhejê ku malên wan piştî erdhejê hilweşiyane tu alîkarî ji saziyên alîkariyê û Talîbanê nehatine wergirtin û Talibanê jî ji bo alîkariyê daxwaza hevkariyê ji welatan kiriye.