Bi rêxistbûna jin pirskirêkên civakî dikare bibe hêza çareseriyê

Parêzvana mafê jinan Ahlam Abdel Melek diyar kir ku li Filistînê rêxistinbûnek xurt ya jin hem ji bo pirskirêkên civakî, hem jî ji bo tora jinan a navneteweyî girîng e.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Parêzvana mafên jinan Ehlam Abdel Melek destnîşan kir ku ji bo afirandina hêza veguherîner û şikandina şêwazên hişmendiya mêr ku li her derê serdest e, pêwîstiya bi hêza pêşengtiya jin heye û ev yek bi rêxistinbûna jinan pêk tê.

Ehlam Ebdil Melek got, “Pêwîste jin maf û erkên xwe bizane, çareseriya pirsgirêkên xwe bibîne û piştî nîqaşên dûr û dirêj nêrînek bi dest bixe. Gelek avantajên ku ji aliyê pêşengiya beşdariya jinan ve tê dayîn hene. Ji van ya herî girîng ew e ku ew ji enerjiyên xwe yên ku haya wan jê tune ye sûd werdigirin. Li gorî Buroya Îstatîstîkan a Navendî ya Filistînê, rêjeya beşdarbûna hêza kar a jinên Filistînî tenê derdora ji sedî 19 e. Ji bo ev rêje em bihêz bikin divê  rê hebin."

'Divê em hişyariyê mezin bikin'

Ehlam Abdel Melek da zanîn ku di bazara kar de gelek jin bi perspektîfa çanda serdest a mêr re rû bi rû ne û wiha got: “Ji bo koka pirsgirêkê rast bê fêmkirin û hişmendiya ku dê perspektîfê biguherîne divê em zêdetir bixebitin. Pêwîste şaneyên jinan derbikevin holê.” Ehlam Ebdil Melek di wê baweriyê de ye ku çareseriya van pirsgirêkan ew e ku jin û mêr, biryarder û siyasetmedar li cihekî bicivin û bi awayekî objektîf li ser wan nîqaşan bikin û li ser esasê têkoşîna li dijî cudaxwaziyê dê çareseriyên guncaw bên dayîn.

'Divê jin bi hêz bibin'

Ehlam Ebdil Melek diyar kir ku divê bi taybetî di qanûnên herêmî û navneteweyî yên têkildarî cudakariya zayendî de guhertin bên kirin, Ehlam Ebdulmelek destnîşan kir ku avakirina rêxistineke ku zextê li biryarderan bike û daxwazên wan pêk bîne. Ehlam Abdel Melek da zanîn ku koalîsyonên femînîst ên salên borî hatin avakirin bandoreke erênî li ser pirsgirêkên jin û zarokên keç kir û bû alîkar ku şert û mercên jiyanê baştir bibin û wiha gotinê xwe bi dawî kir:"Lê belê ev pêşketin hêdî ma. Ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên herêmî, di heman demê de bi femînîstên li derveyî Filistînê re jî divê şêwazek pêşengiya femînîst a beşdarbûyî were dîtin.  Divê qanûnên ku mafên jinan li Şerîda Gazzeyê garantî dikin bên guhertin. Tenê wê demê em dikarin behsa femînîzma beşdariya Ereb li Şerîa Rojava bikin, ji ber ku şert û mercên jinan li van welatan pir dişibin hev."