Meclisa Perwerde û Akademiyên Jinan li dijî bûyerên jehrîkirinê daxuyanî da
Meclisa Perwerde û Akademiyên Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî bûyerên jehrîkirina xwendekarên li Îranê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin berdewam dike. Endamê komîsyona polîtîkayên ji derve û ewlehiya navneteweyî ya parlamentoya Îranê di 2’ê Adarê de aşkere kir ku di van demên dawî de zêdetirî 900 xwendekarên keç bi jehrê ketine. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, duh li beşa amadeyî 26 xwendekarên keç de jehrî bûne, tê zanîn ku hejmara xwendekarên ku jehrî bûne gelek zêde ye.
Meclisa Perwerde û Akademiyên Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî bûyerên jehrîkirina xwendekarên keç ên li Îranê diqewime daxuyaniyek weşand û bal hat kişandin ser polîtîkayên hikumeta Îranê ya tepisandina serhildanên bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî didome.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ev 4 meh in zêdetir serhildana gelan li tevahî Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi dirûşma Jin Jiyan azadî û bi pêşengiya jinan berdewam dike, li hember vê berxwedanê şîdet, tundî, kuştin û darvekirin di lûtkeya xwe de pêk tê. Li gorî raporên saziyên navneteweyî di 2 mehên dawiyê de 94 kes ji Kurd, Erebên Ehwazê û Beloûan hatine darvekirin. Tê wateya ku rejîma Îranê di hişmendiya xwe ya olperest û nijadperest de bi israr e, di heman demê de li hemberî qîrîna civaka Îranê ya Jin, Azadî rojane bi hemû awayan binpêkirinên bêexlaq ji bo çalakger xwe paşve bikşînin, ji daxwazên xwe vegerin her wiha radestî hemû rê û rêbazên dewlet û hişmendiya dewletê bibin tên kirin. Ev yek herî zêde li ser jinan, bi taybetî jinên zana, xwendekar û xwendekarên di zanîngeh û dibistanan de tên meşandin. Bi taybetî bûyera herî dawî ya jehrkirina xwendekarên jin ên dibistan û zanîngehan ku rojane li eyaleta Erdebîlê bi sedan xwendekaran radikin nexweşxaneyan, di heman demê de bûyerê dengekî mezin veda di raya giştî de û her kesê dilgiraniya xwe ji bo vê bûyerê ragihand lê mixabin tu saziyên navneteweyî, mafên mirovan mudaxeleyeke cidî nekirin heya neha, di encamê de rojane destdirêjiya rêjîma Îranê li ser gelên azadîxwaz zêde dibe .
Em jî weke Meclisa Perwerde û Akademiyên Jinan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bûyera jehrkirina xwendekarên jin ên dibistan û zanîngehan li Tehran û Erdebîlê ji aliyê rejîma Îranê ve bi tundî şermezar dikin.
Em bang li UNICEF’ê û hemû saziyên mafên mirovan dikin ku destwerdaneke bi lez ji bo rawestandina kiryarên rejîma Îranê li ser xwendekarên jin di dibistan û zanîngehan de bikin û banga me ji hemû kesên azadîxwaz, rewşenbîr û rûspiyên civakê re ew e ku dengê xwe li hemberî van kiryaran zêdetir bilind bikin. Heta ku mafên xwe bi dest bixin û bihêlin ku rejîma Îranê tevger û sîstema xwe di ber çavan re derbas bike û biguherîne.”